October 21, 2010

Xalis Msewer

Ji bo koçkirina serokê partiya (yekîtî) bavê Şiyar mamoste û siyasetmedarê çeleng û fîdakar û hêja, bi hêsir û hesret, û ahîn, û nalîn, sersaxyê ji malbat û hval û hogir, û ji tevahya miletî kurd re dixwazim.
Qet me tucaran nizanîbû ku giyanê Bavê Şiyar di rojeke kurdî yên bê ewle de li…

Arjen Arî

Eré; min navé wî bihîstibû, lé min li Duhoké nas kir Ferhad İçmo!İçmo, bo bernameya helbestxwendiné mévané Y.N.Kurd Tayé Duhoké bû. Wî jî mîna min dabû nava salan.Yanî mîna min ew jî navsere bû. Çavén wî yén di néva serî de reşik î hûrik, bi dilsozî li meriv dinerîn. Bi qasî ku…

Konê Reş

Kurê min!
Şevên westyayî
Di nav mijgolên çavê min de
Radizên..
Xewn û xeyal
Li ber dergehên feqîr û hejaran
Radiwestin..
Em tev rastiyê nas dikin
Lê rastî kor kirine,
Nema kesî nas dike..
* * *

Sîpanê min!
Tu gunehkarî,
Ji ber ku te nizanîbû xwe
Xûzkiriba..?!
Bavê te gunehkare,
Ji ber ku dergehên mala wî
Bilindin..?!
Berê min ji xwe dipirsî;
Çima gul,
Hilm û bîna xwe li ber ba…

Dilawerê ZENGÎ

Diyarî ji bo giyanê pêşewayê gelê Kurd nemir Bavê Şiyar re pêşkêş dikin û bejna xwe li ber gora wî ya pîroz ditewînim.

Ey mirin,
Ey mirina reş,
Ey mirina bê bext û ol,
Ey narevîna xiniz û sergerîn,
Ey feleka bê zik û pişt,
Bi pencên xwe yî rewrewkî,
Bi bejna xwe yî xapînok,
Te konê reş li ezmanê me…

Xwîşk û birayên hêja…
Nûnerên partrî û rêxistinan…
Beşdarên rêzdar…
Hûn tev bi xêr hatin, bila serê we hemiyan sax be.
Îro, roja sêşemê 19ê meha Tişrîna yekê sala 2010an, rojeke dîrokî ye, ku li gundê QEREQOYÊ we xatir ji mamoste Îsmaîl Umer xwestiye. Ew bi dilekî rihet, bi rûyekî sipî çav damirandin û ji vê dunya…