April 2010

Maruf Yilmaz

Ahmedê Xanî Mem û Zîn nivîsî. Ya ku bi pênûsê were nivîsîn, bi bivirê nayê şikandin, dê heta bi heta, dê xwe berda nav:
Ferhat û Şêrîn,
Leyla û Mecnûn,
Warqa û Gulşah,
Wîs û Ramîn,Aucasîn û Nîcolet,

Heta bigire
Ilyada û Odysséen,
Trîstan û Îsolde,
Remeo û Julîa,
Rîgveda, xweşiya xwezayê,
Diyarî ji bo xwedayan,
Ez…

Îbrahîm GUÇLU

Îro, 24-ê Nîsanê ye. Ev roja ji bona ermeniyan rojeke gelek girîng e. Di vê rojê de Qirqirina Ermeniyan bû biryar. Ermenî û Dewleta tirk li benda axevtina serokkomarê Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê ne. Ku Obamayê di axevtina xwe de qala Qirqirina Ermeniyan bike û an na. Ez jî di vê rojê de…

Sîrwan H. Berko – Berlîn

Ez 21-salî bûm dema ez di payîza 1998ê de bûm endamê Partiya Sosyaldemokrat a Elmanyayê (SPD). Eger ez îroj li xwe mûkir werim, hingî min nedizanî bê çima SPD û ne partiyeke din. Sedema ku ez hingî bûm endamê SPDê çalakiyeke mezin a ji bo hilbijartinên parlamentê bû, ku ji aliyê…

XEMGÎNÊ REMO

Buharek bi keseran raxistî
Kulîlkên xema
Di dilê min de dibişkivîne
Xewne rojan dike morîk
Û bi gerdena şevê vedike
Şev xatûnek bê denge
Padîşahek çelenge
Ez çendî ji pora wê ya tarî hezdikim
Ku xewnê minî tazî dinixumîne
Keser û xwezîyan
Li hev dibanîne ….

Şev pezkovîyek bi gone
Kelecana hevenda
Di damarê min de dijenîne …
Û heta ku gelawêj hiltê
Ez şopa pêyên…

MEY


Azad Hemo

Bezmeya asîk û yaran
Ber newa û ber neya
Heyheya porê hevirmê-
şî di gel biskên siya

Nole nîgaş û xeyalan
Her seher têtin xuya
Bendewarê dilberê me
Çav li bendan westiya
Hirye ev dil tê jenandin
Jan hinartin hestiya
Derd û kovanê dilê min
Bûne miştaxek çiya…

Xalis Msewer

Arjen Arî, ji navê wî yê dîrokî tê naskirin ku hlbestvaneke kurd û netewpereste, ku dibin siya hukûmeteke hovane de, mîna pilingekî êgir netewa xwe xistiye destê xwe de, û ev tiştê ku kesek di bin siya zordaryê de pêqayilna be, Arjen pêqayilbûye û qîma xwe bi mêrxasî pêaniye.
Arjen di beşeke ji…

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Omer kurê As
,* wek ko di dîroka Ereban de hatiye nivîsandin, qehremanek bû. Rojekê pêximber Muhemed, Omer kurê As dişîne cengeke giran, demeke kin an dirêj vegeriya û wekû dibêjin, mêriko serkeftineke afsaneyî kir û hem jî ew xelk talan kirin(jin û mal) bi xwe re anîn. Qehremanê Ereb û deqê…

Maruf YILMAZ

Claude Lêvî-Strauss, Ferdinand Saussure strukturalîzm tevgereka mezin ya felsefeyî bû û ew li dijî felsefeya subjektê (subjektsfîlozofîyê) bû. Ev tevger di salên 1960-70î de li Fransayê pêşket û dema wê ya zêrîn, di navbera salên 1966 -1967ê de çêbûbû. Di dîroka felsefeya zimanî de cîhê Claude Lêvî- Strauss pir mezin e. Strauss lêkolînêrekî…

Tengezarê Marînî

Bo hêval ê min Hefîz
Yê di nav 112rûpelan de pêçayî

Bo te çi rêbikim, hevpişkê xem û êşên min.
Silavekê?
Gulekê?
Keserekê?
An jî parçeyek ji helbesta bendewarê azdaiyê.

Beriya çend rojan, dizanim tu pê hayedar nebûye,
me li derbederiyê 40 rojiya mamosteyê te û xwe li dar xist.
Di rûpelên wê şîniyê de, şopa te diyar bû.
Di taxim ên bîranîna te…

Zagros cizîrî

Di van çend salên bûrî de û bi taybetî di van salên dawîyê de ,hindek aliyên tevgera kurdî li Sûryayê ,bi hindek bizav û çalakiyên berfireh rabûn bo çalakkirina doza kurdî li rojavayê kurdistanê ,û bi vê çendê tevgera kurdî, bû jimareyek û yarîkerekî bi hêz di terazûyên siyasî de û serhildana…