March 2, 2010

Azer Osê

diyarî hevalê Nezîr Melle

Vê sibehê,
xewn, xwedanê min dibû
û hest, zimanê derbirîna wê dima.

Bi vê xewnê,
li cihê min, avdar diza
û bi ciwanî tevna vê xewnê,
dirêsa.
Di vê xewnê de,
helbest afirî
xew revand
Hêlîn hişyar bûn,
çûk firiyan.
Û
demsaz dihatin
li ser vî dilî,
bûn mêvan.
……………
te jî! rihet rihet, mîna baraneke nerm,
û bêhneke xweş,
li dergahê…

Dîdar: Demhat Dêrikî

1- Brêz Brahîm, Hun weke Kurê hunermendê nemir Mihemed Şêxo, ev demek dirêj e hun di nava kar û xebata mûzîkê cîh digirin, lê di hemen demê de hun bê deng in, sedemên vê bê dengiyê çi ne?

Bi xwe ez dibînim ku ez deng didim. Çi çaxa ku ez berhemekî dinîvisînim, ji…