February 9, 2010

Azer Osê

Bêyî ku ji nêz ve,
te bi nasim,
te çira şeva xwe,
û xunava lêvên xwe,
dibînim
li pê te,
wekî çemê te
diçim,
tê de
Şepolan tev derbas dikim
dilê xwe , di kêlîka hatina te de,
û bîstikên evîna min de,
hêlîna te dihêlim.

Di wan kêlîkan de,
di rê de,
ez rêwî dibim
rêwiyê peyva te dibim
wekî pinpinîkê…