January 2010

Boniye- Suad Cegerxwîn

Weke kû hatiye zanîn , em di civateke fewdal de dijîn ,patriarkalismê,ji demên dûr û dirêj ve şaxên xwe tê de fireh û kûr kirine ,ji lora civata me bi giştî bi dîtina mêra hatiye avakirin ,herdem mêrin yên kû gavên mezin têde davêjin ,cihê bilind û giring digrin…

luqman silêman
luqman_sileman@live.se

Rêz û silav li wan n ku ji yekimîn koma folkilorî re xebat kirne û îro ew weka serbazê nediyar mane…….
bavê kamo dibêjê di sala 1977 an de ez û Şêrîn û Memûd Ezîz li urdinê li cem komela Selahedîn Eyûbî mêvan bûn. Dibêjê komelê festîvalek çêkirbû bi bîr anîna kirîna avaykî ji…

Hoşeng OSÊ

Berketiyê dara tirî.. Hingî kolanên Amûdê bêriya te kirine, sûnda te xwarine, ku dê te bidin ber gezean.
Berketiyê bîra hewşê.. Hîvrona şevêrkên havînê çiqas li ber te diketin, dema te pişta xwe da peyvê.

Her tişt hîna li şûna xwe ne. Kenên me.. Qerbalixa me.. Ked û xweydana eniya me.. Rêwîtiya me a Beyrûtê.. Fotografê…

Deham Ebdulfetah

[Min ev mijar ji destnivîsa xwe “Kar” hilçiniye. Mebesta min ji belavkirina mijarê ew e, ku ez vî karê rêzder û aloz, ji hemû hêlan ve tevbidim û nêrînên xwe yên taybet jî raberî xwendevanan bikim.
Hêviya min ji şarezayên zimên heye ku nêrîn û têbiniyên xwe derbarî vê lêkolînê (berî çapkirina destnivîsê) berçav…

Azer Osê

xwe mîna xwe dibêjim
û bi tenha,
xwînvexwarina êşê,
para xwe dihêlim.

Xeyalê xwe,
mîna helbesta xwe û ezmanê heşîn,
ji lekeyên heyî paqij dikim.
Li pê hezkirinê ez diçim
û pê hevalê dilê xwe dibim.
Li xwe digerim,
xwe û çavên din
bedenên din,
yên min……….. mîna bê dibin
û wê bibin
dixwînim
wan!!!
ji xwe, û şevên xwe re
dikim yar.

27.01.2010

Besam Mistefa

Li gel ku navê darvekirinê ne xweşe, û ev seza êdî li seranserê cîhanê ber bi kêmbûnê ve dice jî, lê belê jê nexweştir, û zehmettir ewe ku mafê hezarên kesên bêguneh û belengaz ku hatin kuştin û qirkirin li erdê bimîne. Lewma bi bihîstina nûçeyeke wek ya darvekirina tawanbar Elî Hesen Mecîd…

Demhat Dêrikî

Derî veke stêrka min!
Hemû deriyên dembûrî di pêşwazîkirina dilê min de bigre
Û bi wî kirasê rengsorî ku bêhna Qamişlokê jê tê
Min di eşqa welatê çavê xwe de hembêz bike.

Min hembêz bike…bi wî agirê bi hesreta hilweşîna çar dîwarin
Bi hesreta azadiya peyv û hevokan
Min di nava ramûsanên şeva xwe de bibe dilê xwe yê…

Dr. Ebdilmecît Şêxo

Îro Şemî ye , Zivistan e, baran ne barî ye , tolik li ber kenarên rêkan , li nav zevî û latan mişt bû ne, îroj tîrêja roya Efrînê pir dilovan e , şîvên pir jinên Efrîniyan pincar e .Darên zêtunê barên xwe sivik kirine , lê dizan îsal jî kêmanî ne…

Nerîna Dîmoqratî

Di dawiya sala bûrî di 20/11/2009 encûmena giştî a Hevbendiya Dîmoqratî kurd li Sûrya civîneke berfireh li darxist, bi amadebûna kesayetiyên niştimanperwer û serbixwe, û di vê civînê de pirojeya xwe ji bona avakirina lêvegerek kurdî li Sûrya ragihand.
Ev pirojeya ku gelek guftûgo li ser çêbûn di hersê salên dawî de, û em…

SOR

Hilbîn Muhemed Baqir

(Diyariye bo ew çirayê ku şevên min ron kirî)

Ey temenê mirina dayîkê!
Di kîjan robarê bi pêlên sor
Pîtên navê te fir dibin
(w, e, l, a, t) ekê heldibjêrim

Mijara eşqê ez dîn kirim
Beramber sucdeyekê bo biçemînim
Hemû demên jivandariyê
Kulilkên hinarî li ser tiblên te diwerînim
Şev jî kefîlê bê gunehiyê
Duhî li benda te pîyasên êvariya dimeşiyam
Di…