Husên M. Hebeş
Çar dar
Çar dar ji kokê de birandin
Ji a yekê dergûşek
Ji zarokekî re
Çêkirin.
Ji a dudiyê nivînek
Ji du evîndaran re Çêkirin.
Ji a sisiyê gopalek
Ji kalekî perîşan re
Çêkirin.
Ji a çarê kursiyek
Ji qesra şah re
Çêkirin.
A yekê
A dudiyê û a sisiyê
Tevî xizaniyê
Pirr bi şahî dijiyan.
A carê
Tevî dewlemendî
û xweşik bûna…