October 21, 2009

Husên M. Hebeş

Nirx

Darek bi tenêLi ser serê çiyayekî rût bû
Pêre gotin:
Were em te bibin nav daristanê
Got: na, nirxa min Di tenahiya min de ye.

Du dar

Dara ko du evîndar Li bin siya wê rûniştibûnTim rûyê wê Li ken bû.
Dara ko di koka wê deMar bi cih bûbûTim rûyê wê Xemgîn bû.

Hêz

Darek girtinÛ bê guneh…