May 1, 2009

Selah Mihemed

Mizgîniyek ji mer hat
Tilvizyonek nû hilat
Dezgehê keç û xorta
Herdem lê bikin civet

Her lê dibine mêvan
Helbestvan û hem hozan
Têde dikin guft û go
Sipasiya we hemyan

Sipas gelî karmenda
Bi çirînin van perda
Tev li hevdû guhdar kin
Bikin saz û govenda

Hinek kêmasî hene
Bi ser rûk û perdene
Hêvîdarim hevalno
Kêmasî bi sûdene

FÛAD SÎPAN
fuadsipan@yahoo.de

Kurdistaniyên hêja!
Ez pir kêm caran li televîzyonê temaşe dikim. Jixwe, ji bona ku demên xwe vala derbas nekim, ev nêzîkî 10 sal e di mala min de televîzyon jî tine. Lê hin caran bernamên siyasî û yên hûnerî li ser rêya Înternetê temaşe dikim.
Vekirina TRT 6ê derewên Tirkan yên nêzîkî 90 salî…