FÛAD SÎPANfuadsipan@yahoo.de Kurdistaniyên hêja!
Ez pir kêm caran li televîzyonê temaşe dikim. Jixwe, ji bona ku demên xwe vala derbas nekim, ev nêzîkî 10 sal e di mala min de televîzyon jî tine. Lê hin caran bernamên siyasî û yên hûnerî li ser rêya Înternetê temaşe dikim.
Vekirina TRT 6ê derewên Tirkan yên nêzîkî 90 salî li ser înkar û îmhakirina Kurdan pûç derxist. Ev bûyereke dîrokî ye. Tirkan bixwe, xwe di cîhanê de rezîl û riswa kir. Îro di cîhanê de êdî baweriya ti kesî bi Tirkan ne maye. Têkiliyên Tirkan yên bi derve re jî tenê li ser berjewendî û menfîatan in.
Bê guman kêmasiyên bernama Rojînê jî pir bûn. Min çend caran li bernama wê temaşe kir. Lê Rojîn ji xênjî stranbêjiya xwe di televîzyonê de wek moderator rola mamostetiya zimanê Kurdî wergirtibû ser milê xwe. Min pir ji wê helwesta wê hez kir. Ew helwesteke pîroz bû. Rojîn xwe baş perwerde kiriye û zimanê Kurdî baş bi kar tîne.
Dê neheqî be, ku em hemû bernamên di TRT 6ê de wek hev bigirin. Lê divêt em baş bizanin, ku televîzyon ne tiştekî hasan e. Divêt hemû bernamên televîzyonê bi awayekî profesyonel amade bibinû pêşkêşî gel bibin. Çimkî televîzyon neynika (eynika) gel e û di dima me ya îro de kêreke du dev e.
Çawa ku TRT wê hesasiyeta ku dide zimanê Tirkî û bernamên, ku ew ji bo Tirkan çêdikin, divêt eynî hesasiyetê bidine zimanê Kurdî jî.
Lê di vir de helwesta redaksiyona Kurdî pir girîng e. Divêt redaksiyona zimanê Kurdî rola (rista) xwe baş bilîze û bi qasî berpirsiyariya xwe li hemberî çanda Kurdî be. Heger ne wisa be, dê nikaribin ji bin vî karî derên û pirsgirêkên pir mezin ji bo xwe û neteweya xwe derxin.
Şîreta min li endamên redaksiyona kurdî ew e, ku ew têgihiştî û xwedî berpirsiyarî bin. Divêt endamên redaksiyonê bi sedema vê berpirsiyariya mezin, serên xwe ji hev re deynin û ji bo girtina biryaran dest ji berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin, bi hev re kompromisan bibînin û bi yekdengî biaxivin. Ango divêt ew li hember berpirsiyarên xwe yên Tirk xwedî yek deng û helwest bin, bi hev re dest bi kar bikin, û çi gava wan dît, ku ji wan tê xwestin -veşartî yan eşkere- ku ew li dijî ziman û çanada xwe bixebitin, bi hev re dest ji kar berdin. Ev yek dozeke mirovayetî û wijadanî ye. Divêt armanc ew be:
Televiziyoneke bi zimanê kurdî
ji bo bipêşvebirina ziman û wêjeya kurdî ye.
Almanya, 01.05.2009

Şîrove (0)