April 23, 2009

Bihrî Bênij

Ev şaxikên ter têne quraftin..!
Birîn û keser têne axavtin
Hinav û ceger pir tên pişavtin
Zarok û nûber têne hingavtin

Hê xunçe bijkoj gul diçilmisin
Her şev û her roj can dihelisin
Jan li dil bi noj kul namelisin

Çîçelokên zer tên perçiqandin
Kehnî her û her tên miçiqandin
Ji destan sîper tên fistiqandin

Ey miletê Kurd çi xêrxwazî tu..?!
Bin lepê pijmird …