March 9, 2009

Xizan Şîlan

ez çûm serlêdana Tehranê
min pêşkeş kir
helbesta Ehmedê Xanî
rûniştim li quncikê meyxanê
li ser bîranîna Omer Xeyam
şûşeke mey vexwar
di ber min re derbas bû Ehrîman
bi fîstanekî qedîfe û qeytan
got; navê min Ayetûllah
lê çima hatim daleqandin
li ser navê Allah û bismîllah?

ez çûm serlêdana Şamê
pêşkeş kir destana Zîn û Memê
min vexwar ava zemzemê
ji xwe derbas bûm wê…

Em grupek bi navê Platforma Kurdên Hamburg çûn serdana çalakvanên ku ev 14 roj in ketine greva berçîbûna, ku di rewşeke pir dijwar de çalakiya xwe berdewam dikin. Di bin serma û baranê de ne û heta niha kesî li rewşa wan nepirsiye. Wek diyar e di vê dema dawiyê de peymana vegera penaberên…