March 8, 2009

Mesûd Xelef
doxanxezne@hotmail.com

Zozanên hişkbûyî, sawa vê axê dirêj kirin lo.Xembarin çavên gerdenazan,Diran elmasan,Li wî rexê şevê jî,Nema serê çiyayên jorî, dibişirin avjiyana genimî.

Parçên melûlyê bi toza bîranînan ve dihiştinTevzînokên leşê wê, şûn xewnên min in dosto!Çawa tu dibêjî, negirî?…Negirî li ser tîpên vê zerçûnê.Û dilop, dilop, sîbera şevistanê vexwe,Bîrihatinên kevin yên parçebûnê ne,Zîl didin, di ferhenga…


bavê helbest

Pakrewan lata hebûnî dişkên li ser zor û sitem
Xwîn û canda daxwiyakir pakrewanî jiyane

Ho ….. pakrewan xwina we ya zelal di dilê bêstûn û bêxêr re diherikin, buharan li dilê şikestî şîn dike, awirên hêviya li riya pêkanînî nêzîk dike, jînek nû li qamişlo kat dide , dîroka me bi we Zengin, bi xwîna…

Rewşen Bedirxan

Xwendevanên ko çavên xwe li ser nameyên vê bend û vê stûnê bigerînin, heye ko berî ewil bibêjin, gelo div ê stûnê de ji me re qala dirûtin û aşbaziyê wê bikin. Ji ber ko bi adetî di van stûnan de qala van tiştan dikin. Ji milê din wê lê ecêbmayî bimînin…

Sîrwan Qiçço

Li wir…
Li zaboqên lal û
Kolanên fediyok em
Ji dayik bûn!
Li pêş deriyê dibistanê
Gava ku rok hil dibû.

Gava ku sirûdên bayê
Kur, çend stiranên rojava
Li guhên me dipêçan..
Li wir…
Li ser dengê sibehê,
Hestên me kom dibûn û
Çirvîtkên dînbûnê
Har dibûn.
Kerweanên rojê li pey
Cenazeyên laşên me
Şîn dibûn.
Tirsa rojeke dirêj
Weke nivişteke sûndê bû..
Gotinên teze di maka
Xwe binax dibûn…