September 23, 2008

XEMGÎN Ê REMO

Şeve û ba digrî …

Dengvedana dîlana baranê
Li banî
Cîhanek sîtavî ye …
Dilê min
Çûkê di hêlînê de
Xewnê bi buhareke geş dibîne
Ku newroz nêzîke
Yar bîke
Û sirûdên şahî yê
Wê bibin xunavî …

Tenha ez û şev
Şeve … û ba digrî
Lorîna vî bayî
Bilûra siba ye
Sitranek ji zarê keçika ye
Mîna kêreke tûj
Kezeba min dalêse
Him tirse , him şahî…