August 29, 2008

Gulnar Elî

Rûyê şîn,
mija spêdê,
şikestina çavên te,
sotina hetavê,
tabûta zarokatiya min
ser milên xwe helgirt.
Pey taziya xewnên min
çûçk û zarok,
sîbera ferzindeka mirî dişûn.
biken û girya xwe,
kolanan vedmalin.

Dilên niyas dibînim
dêmên neniyas
zarokê kal neniyasî
Bûrîn.

Çentka wêne û kartên hevala
bi milê çepê ve
xwe bidavên dil girêda.
tikêta firokê bi xurtî
xwe bi serên tibla şehdê û beranî vegirt.
Dêmên…

Dara BILEK

Eve demeke dirêje, li Tirkiyê tevlîheviyek mezin heye. Çend bûyerên kû tesîrê li qedera pêşeroja Tirkiyê bike hatine holê. Ev pêvajoya tevlîhev sedema hilbijartina Serok Komarê Tirkiyê eşkere bû. Heta niha bi awayeke hişk berdewame. Ev nexweşî gihat radeyekî Dadgeha Yasayî doza girtina partiya desthilata AKP kir.Her wiha Hikûmet bi hişkahî çu…