June 22, 2008

Qistentîn Kefafîs
Werger; Ciwan Nebî

Te got ; ezê biçim qadek e din,deryayek e dinda baştirji vî bajarî bibînim
hînde hemî kiriyarên min tawanbar
û dilê min weke laşekî mirî binax kirî ez li vê tariyê çi dikim? Ji kû ve têm
ji pêvî wêranan di jiyana xwe ya reş de nabînim,

min sal û sal derbas kirin,winda kirin,wêran kirin. Lê tu…

Xizan Şîlan

ez
hinavên helbesta kal û pîr
bi şehweta hestên peritî
dadigirim û dinivîsim
li tenetiya şevereşên sêwî
şefaqên ciwaniya min
desteserî bûn
ava kaniya temenê wêran
ber bi rawestgeha
goristana lal ve
diherike

wizîna bayê mirina bêveger
di guhên giyanê min de
dîsa çingeçinge
asîman
li dor keser û nalîna min
dizivire
bêhna bîranînên şad
di xwîna çarenûsa genî de
dixeniqe
bi gavên şemitok û westiyayî
ber bi pêşeroja nediyar ve
dimeşim
li henasa roniya…

Dildar ismail

Ne xeme bi kû ve herê
Te şikand cama pencerê
Roj çû ava çawa vegerê

Te wilo kir sûcê teye
Ti çi bêjê ne wek teye
Xewa şeva her tuneye

Rehme li çîrok û civat
Ji destê wa her kêferat
Li dilê min ar û şewat

Li min negre bi dest nayê
Ji kerba te ketim tayê
War nezane ra lê nayê

Tiwî yara bê…