June 2008

Hadî Behleî

Beyreqa aştiyê hildin
Ser çiya û deşt û zozan
Di kesk û sor de xemilîn tev
Gulşen û baxçe û bustan
Sosin û gulnar vebûn
Qurmiyê aşîtiyê firriyan
Bdîtina cejna û teaxî
Dêm duran çavên xwe kildan
Cejn û rizgariya kurdan
Çemê Diclê ey heval

Vaye ji bakur hate xwar
Vaye ji bakur hate xwar
Da giha Şet El Eereb
Hawîr xwe îro kir buhar
Çekê rengînî…

-Komîta amadekar ya mehrecana helbesta kurdî di roja-
/16/5/2008/ an de civînek li darxist.
Di destpêkê de xulekek bêdeng rawestiya, liser Giyanê Şehîdên kurd û Kurdistan, liser giyanê Şehîdên peyva azad, û liser giyanê helbestvanê Nemir Xemgînê Xanê…
– Her wisa civîn liser çend mijaran rawestiya û çend xal destnîşan kirin.
– di roja / 21 / 6…

Helîm Yûsiv

Di nivîsandina gotaran de, carna mirov dibê qey hewce nake mirov dirêj bike û ramanan dubare bike û hema wê xwendevan yekser têbigihêje. Wisa xuyaye ku hinek xwendevan hene, divê tu ji wan re ta bi derziyê veke û dirêj bike û dibe ku dîsa jî tênegihêjin.
Li vir, dema em dibêjin xwendevan, mebest…

Silêman azer

Di pertûka (pêta şîn)de ya ku nameyên di navbera cubran.x.cubaran û mey ziyada de tê de hatibûne belavkirin.gelek name ji wan li ser ew têkiliya ku di navbera cubran û mey de hebû diyar dikir.lê babeta me bi rastî ne li ser wê têkiliyê ye,an jî ew heskirina di navbera wan de.lê di nameyekê…

Ciwan Dêrikî
ciwanderiki@hotmail.com

Gulîstana min a rengîn
Bi perda reş nuxamtin
Kirin tarîstan
Şevistan .

Bi cobarin sor avdan
Jêr û jor
Bi sal û heyaman
Li pey hev
Kirin xwînistan
Kujistan .

Gerandin li ser
Bager û bahoz
Barandin berf , teyrok ,
Kirin berfistan ,
Siristan .

Rê li ber jînkirinê girtin
Qad û ezman dotin
Dev mane jihev…

Xwendina pirtûkan ji min re ne hobî ye. Nexweşî ye. Ez evîndarê xwendina pirtûkan, ew jî hevalên tenêbûnê û xezîneyên manewî ne. Hejmarek pirtûkên hilbijarte hene ku li ber destê min in. Ez hemalê wan, ew jî derdê min dikşînin. Ez dixwazim di vê rêzenivîsê de, li ser wan pirtûkan kûr bibim.

Gabar Çiyan

Gelek…

Amed Tîgrîs

”Ha rabû, ha rabû
Şêx Seîd Efendî rabû
gulleyên van zaliman
diçirisin wekî çiran
topên van kafiran
dizûrin wekî guran

Heylo li me hewarê
delîl li halê îslamê
kes bi îmdada me nayê
gola xwînê pir kûr e
debra nû nade qamê!”

Di salên dawî yên ku dewleta osmanî li ber sekeratê bû û ha mir û ha dê bimire û belav bibe, kurdên…

Helîm Yûsiv

Pirtûka yekem: Tê bîra min -Heznî Haco – Avesta 2007Istanbul
Nû ev pirtûk kete destê min, min bi mereqeke mezin xwend. Tê de serpêhatiyên jiyana kesekî ku di dilê giringtirîn bûyerên dîroka kurdan ya nû de jiyaye cih digrin. Qala hevdîtinên bi dehên kesayetiyên siyaset û edebiyata kurdan dike. Ji mele Mistefa Barzanî bigre hetanî…

Qistentîn Kefafîs
Werger; Ciwan Nebî

Te got ; ezê biçim qadek e din,deryayek e dinda baştirji vî bajarî bibînim
hînde hemî kiriyarên min tawanbar
û dilê min weke laşekî mirî binax kirî ez li vê tariyê çi dikim? Ji kû ve têm
ji pêvî wêranan di jiyana xwe ya reş de nabînim,

min sal û sal derbas kirin,winda kirin,wêran kirin. Lê tu…

Xizan Şîlan

ez
hinavên helbesta kal û pîr
bi şehweta hestên peritî
dadigirim û dinivîsim
li tenetiya şevereşên sêwî
şefaqên ciwaniya min
desteserî bûn
ava kaniya temenê wêran
ber bi rawestgeha
goristana lal ve
diherike

wizîna bayê mirina bêveger
di guhên giyanê min de
dîsa çingeçinge
asîman
li dor keser û nalîna min
dizivire
bêhna bîranînên şad
di xwîna çarenûsa genî de
dixeniqe
bi gavên şemitok û westiyayî
ber bi pêşeroja nediyar ve
dimeşim
li henasa roniya…