May 30, 2008

Xalis Msewer

Sirûda: Pêşmergê me

Rabe tifingê hilî, pêşmergê me
Rexta bavê ser wî milî, pêşmergê me
Tu bi şer û ceng û gilî, pêşmergê me
Tola me Kurda hilî, pêşmergê me
Ev rêzên helbestî bi rengê stranî hatine rêzkirin, ku bêhna şoreşgêrênyê ji tîpên wan difûre, û pir bi hêz û germayî rêzbûne . Peyva /rabe/ hestên raperînê bi…

Ji nav weşanên Wezareta Rewşenbîriya Kurdistanê-Birêvebiriya Giştî ya Rojnamevanî û Çap û Belavkirinê, bi jimara 292an, kitêba nivîskar û dîrokzanê kurd Wezîrê Eşo ya bi sernavê“ Pariyê Berdemayî” derket.
Wezîrê Eşo kitêbê diyarî “ bîranîna birê xwe Ezîzê Eşo ya geş û pîroz” dike. Pêşgotina pirtûkê bi destê nivîskarê Kurd Eskerê Boyîk hatiye nivîsandinê….

Siyamend Brahîm

Dipirsim ez bê keskayiya jiyanê bi çi rengî derbasî şaneşîna Qamişloyê bûye؟
Qamişlo bi serfiazî radihêje mistek ji axa gora te ya pîroz û bi mizgîniyên sibehên xewnedar dipêçe
hey bajarê di şaneşîna wejd û furaqê de vehesiyayî
hey bajarê li peravê Cexcexê birîndar veziliyayî
hey bajarê ku kevza rojan li ser singa te xilmaş…

silêman azer

1
li wir…ew bilindtirîn cih,
ji bînayiya asoyê min re.
dirêj kiriye,tîjik kirina bêdengiyê.
barkirî bi baskin westiyayî,
min lûs dikin keviyên şevin,
hêwî bi avîgirtina rûsariyan.
û hîna tu li wî bilindtirîn cihî
ez qiraxên çeman hînî
hembêzkirina herikandinan dikim.

golên kevizgirtî
barabûnê li wan siwar dikim.
hîna tu li wirî
û mijûlim bi daweşandina pelên daran
ji tozika siwariya te.
ez dengê xwe
di guhê dilşeawtiyê…

Pirtûk bi têgihîştina “tiştê ku gelan dike gel bîra giştî ye. Ev bîr jî bi sedsalan û hezarsalan pêk tê. Baş û ne baş çi tiştên ku tên serê wî gelî di wê bîrê de kom dibin. Her nifşek van tiştan radigihîne nifşê piştî xwe. Nifşên nû jî li gor vê rabirdûyê teşe digirin” hatiye…