April 23, 2008

Hêvî

Gula min li ber avê
Rengê wê ji xunavê
Pora wê reş û tarî
Ken ji lêvan di barî

Evîna min bo te ye
Dilê min li ber te ye
Yarê bes neke girî
Dilê min bi agirî

Em destê xwe bidin hev
Geş bikin jiyana hev
Serê min ser sînga te
Ez ketime buhara te

Tu kenê xwe ve gerî
Hêsrê çava ne barî
Ez şiyar bûm …

Komelya Ehmedê Xanî li Holendayê We rêzdaran vedixwînê simînareke çandî dike li ser Rola yekîtiya nivîskarên kurd –Duhok- di avakirina pirên rewşenbîrî di navbera kurdistanê de û dervî welat
Bi beşdariya mêvanên me ji Duhokê
1-Hesen Silêvanî nivîskar û helbestvan
2- Eval Nurî nivîskar
3-Xyerî Bozan nivîskar

Di roja : yekşembê 27.04.200
Dem :14.00
Navnîşan
St.olofstraat 21
2613 EK Deleft
Ji bo pewendiyan
Tel:0624560429,…

Tengezarê Marînî

Li nav bayî, min dixwest ji zû ve te bibînim.
Li nav bexçeyê zarê te, fêrkirina veşartî di yariyên zarokekî de.
Çavlixew ber bi te ve, hilgirê xema welatê êşê.
Ji zû ve, min dixwest te bibînim, di sîtavkên bêvirî de, bibim hilim.
Çend henasên min hene, li ber dergehê xewna te birêjim….