March 30, 2008

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@hotmail.com

Dilê min, sibehîn tu min ji xewê radikî. Bi nazikî şîrava evîniyê tu bi ser hêviyên min de belav dikî! Ax dilê min, tu ajoyê bihinê yî. Ez bi kû ve diçim, bandora te li min jipiya ye!
Çi dikim, nakim nizanim çi bikim? Canê min di hêlana matmayînê de ji xwe li xwe…

Ronî Elî

De wer yarê …
Da te bibînim
Sirûda tiktika dilê talankirî
Li ser dilê dagîrker
Bixwînim
Gulên çilmisî
Ji seqema dûrketinê
Di nav tîna ava çavan de
Biçînim
De wer yarê …

De wer yarê…
Da xemla zeviyên Helebçe,
Ji gerdenê te hilînim
Û bi ser termên
Nemirên
Enfal û yekê Sibatê de
Vegrim û vereşînim
Û bi lîlînên te
Ji serkeftinên azadiyê re
Di giyanê nemirên 12 Avdarê de
Govenda rakim
Û birûskan…