February 20, 2008

A. Alxasî

Hûn serê xwe kuda badin, ew li ber çavên we ne. Desmalfiroş, avfiroş, benîştfiroş, mîdyefiroş, cixarefiroş û parsek in li ser rêya we. Hûn rêya xwe biguharînin jî, ew dîsa li ber çavên we ne. Pêlavan boyax dikin, ji nav çopê nan berhev dikin, camê trembêlan dimalin, di îşên gelek giran û bi…

Mihemedê Seyid Husên

Biçûna te şarê qamişlo
Di çavên min de wêran dibû
Hest dibûm ku tanî
Bi çukê beytik û qumrîka
Ser dara hewşa me mişext çûne
Ez li şûn waran
Mîna Ceqceqê xemgîn
Di nêv sergerdanê de
Noqî cîhana pêkeran bûme

Di bêdengiyeke kûr de
Di xwe de di sêwirîm
Sêwiyê eware li nava kavilan
Bê kes û bê xwedî
Bê xizm û navnîşan
Roniyê ji taristanê…