January 17, 2008

Ronî ELÎ

Govenda evîneke lale
Tîpên helbesteke bê dawî
Xebata dîrokeke wendayî
Di bonîşê
Derûneke tengijî de
Kêferata
Metirsiyên berbangê
Di çerxeke aloz de
Bi
Endîşe û azar
Hawara xwe dikin

Bîr û boçûnên êvara
Di hastên bê şiyan de
Li serê sibeha
Dimebestên talankirî de
Bi tevra ezeziyeke
Tund û dijwar
Dîwarên sazmend
Radihêjin
Û
Hildiweşînin
Qêrîna kurdekî
Di şerê bîrodoziyên bervacî de
Nêrînên bê sûde de
Bahozekê li dar dixe
Û
Penaber dibe
Û hino hino
Nakokiyên
Dijberî û rikberiyê
Di çarçewa
Giyanekî nîv kuştî…

Zekeriye Elî

Ey destgirtiya narîn
Bi şev wer min bi revîn
Te ez kirim har û dîn
Avêtim derya evîn

Zêrê te li tilya min
Li paytextê dilê min
Dil ketiye zîndanê
Maye hêvya dîlanê

Keç û xort jî delalin
Li vê dozê dinalin
Şev û roja dijmêrin
Kînga ew hev bibînin

Li nek canê hev rûnin
Agirê xwe vêxînin
Hemî miraz di dil da
Xwedê pîrozkê ser da

Emê durbê…

Narîn Omer

Di himbêza pira Bafid
Te çû xewnek belek dan î
Li seqlanê te kon raxist
Veda dîlan bi Botan îHemî peyvên zelal û geş
Li dora wan te alan î
Keçên dilsoz,ciwanên pak
Bihîstin wan civîn dan î
Memo ritma dilî saz kir
Siyamendo bilûrvan î
Xecê dîlan gelek xweş kir
Dema Zîn şal di bir…