November 2007

Ebdilqadir Egîd

Xwendineke di berevoka çîrokên nivîser Mihemed Elî Elî de ya bi navê (Wendabûn) “Li ber rojava, piştî derengbûneke ku çend rojan domand, keştiyê fîkîniyeke xurt berda, ta destpêka rêwîtiya xwe bi aliyê wan welatan de eşkere bike, welatên ku roj li wan diçe ava”.
Bi vê hevoka ku hilmeke mişextî û penaberiyê tê de…

Nrîn Umer

Na..Na
Nema Ez Sozên te
Di himbêza
Coşên xwe de
Vedişêrim
Nema ez Pira
Ava dikim li himber
Pêlpêlokên peyvên
Te de
Çavên Dilê min
Nema Hêsrên
Hoşîniyê li ser
Hatina te ya nehatî

Di bezîne
Tilyên Hizir û
Samanên min
Nema Xapên te
Li ser Baskên
Hestê xwe di
civînin
Piştî min
Dastanek ji Tîpên
Bendewariyê..
Rêste
Şev li pey Rojê
Ez diçûm li wî Warê
Te di Xwenerojên
Nîgaşa Min de
Rengreng kirî
Kiras û Xiftanê min
Di peyîvî ji
Rengên…

Cankurd
07.11.2007

Hosteya evînê,
min fêr bike,
çewa ez hezbikim…
Min fêr bike,
çewa ez şengejinekê hembêz bikim…
Vaye min şûr û mertalê xwe danî
Min tivinga xwe şikand
…û peyva cengê ji ferhenga xwe hilanî…

Niha,
dem a min ji evînê re heye
…û hosteyekî evînê li ba min
ji te pêve tune ye…
Erê,
min fêr bike
Çewa ez tayek gula Cûrî
bidime destê xanimekê
Min…

Dildar ismail
dildarismail@hotmail.com

Bi nerîna pêşî
Dil şiyar bû
Canê min hilweşa
Dane xwe rayên dil
Li peyî şopa wê
Jiwan awirên melûl
Sivik sivik bê hedan
Maça herdo dêmin naz
Ew bejna ziravî baz
Zivistan li min kir havîn
Roj li min kir xewinRayên dil ez kirim dildar

Dildarê levhatiya levhatî
Li min veda ……
Şewqa evînê
Ji qadê heya azmanê jor
Li min veda ……
Çiroskên broskên…

I. Raweyên Navdêran

Hozan Robar

Di zimanê kurdî de navdêr birekî sereke ye ji birên axaftinê, û jimara navdêrê bi giştî 40% ji axaftina me ye, lewra eger em navdêrê baş binasin em ê karibin pareke mezin ji rêzmana kurdî jî binasin.
Navdêr navlêkirina zanyar Celadet bedirxan e, navdêr heman wateya bêjeya “nav” dide ya ku di…

mesûd xelef
doxanxezna@yahoo.com

Dema ku xem ji welatê xeman dihatin
Min li ber awazên te, êşên axaftinên te dijimartin
Xewin û xewin
Şev û şev
Dev û dev
Min hebûna bêrîkirina te ya salan dihedinand

Erê ma tu dizanî
Lorîka me di zikê çiya de mezin bûye
Û bi kefa stirîzerkê derbeder bûye

Min îşev darbesta xwe dikire landikek
Min îşev stirana xwe dikire memikek
Min îşev defa…

Seyid Feysel Moctevî

Tûfane gelo rabe nehengan medixazin
Cavê ne xevê mayî,uqaban me dixazin

Bîna be ilûma teze da bibye nehengek
Dayim nezerê nûne,hisaban me dixazin

Ser bînederê befri teva bûye cihanê
Rabe ji girînê def û sazan me dixazin

Salane bi jengê de dice lûla tivingê
Gulkê bike lûla vê gulistan me dixazin

Gul avê dixaze bidê da bibte gulistan
Gel mêjwe birîdre…

Kiel, Christian- Albericht Universität: Koma xwendekarê kurd-KSG carek di bi dest pêka sala xwendinê 07/08 piştî serkeftinek balkêş ya sala xwendina havîna bihûrî ku şevek ya şahî, kultûr û tîyater di bin navnîşana „Ein Abend durch wilde Kurdistan“ ( Şevek di nav colîtiya Kurdisanê de), belê piştî wê em carek din şeva xwe ya…

Saher Mîro Al_Baedrî
saher_miro_al_baedri@hotmail.de

dê borînim jînê digel te
ji te na dûr bim yara min
çimkî jîna digel te behişte
û ya ji te dûr jan û xemin

ew ya ji te dûr yarê
hema çu tam têda nînê
tuy rewş û ciwanya wê
ew xwe li dêmê te di alîne

heger hat û ji te dûr bûm
hingî çav dê nebes rondka
ew dê…

R-Kurdaxî

Dilê Kurdaxê lêdide
Xwîna ciwanên wê
Gangilîkên sorîn
Diyrî newrozê dike
Dengê azadiyê
Biliiiiiiiiiiiiiiind
Bilind difirîne
Li ser bazkên
Pekrewana dinûjîne

Newrozeke nû li dar dixîne
Efrîn xwa diyarî azadiya Qamişlo
Dike..
Li kolanên wê
Raperineke gelêrî
Serhildaneke dîrokî
Berxwadaneke netewî
Qîrîneke yekbûyî
Bîhneke lihevkirinê
Jê tête der
Bilind dibe
Dilê kurdaxê
Xwa di gewda Amûdê de
Diçîne
Efrîna min…nexemgîne
Jêdera pekrewana ye
Newrozê bi xwîna ciwanên
Welathez av dide
Reqis,stran û dîlanan
Dike
Serhildan
Sorgulistan
Efrîna min
Perwana azadiya min