Hozanê Girkundê
Dergehên kevneperestîyê
Dîsa li pêşiya
Elenda xewnan vekirin
Sema wenda sembolên
Tineb/nê bi dîwarên
Hovîtîyê daliqandin
Bi xemaviya reşahîyê
Tîpên mirinê Nivîsandin
Li ser ciwanîya sînga te
Wajokirin
Qamişloka ko hînê
Ji meya serxweşîyê
Hişyar neb/ye
Vaye dîsa peyala
Axîn / kesran
Bi ser bejna teyî
Sipîndar dakirin
Kolanên ko hînê
Ji sawa mirinê
Dilerize ..careke dî
Bi k/ranî neyjena xwe
Li daxistin
/ çend gulên…
Ebdilmecît Şêxo
Min nizanî çi bû !! Ji nişkava min dît
hemû gulên guldanên
hawîrdora min
serxweş,
çavbeloq bûn,
bi awirşewat bi stêrka Gelawêjê re dipeyvîn.
Darên çavên keçên min
babelîskên tûj
di nav porên dilberan de
berdan.
Qîrîna zaokên di pêçekan de
mîna çivîkan di dilên
jinên bedew de
dilorandin.
Lê min nizanî çi bû !!
Min…