October 24, 2007

XEMGÎN Ê REMO

Ezê çi bikim
Ji van dilînîyan
Ku tim kiştî ya hezê min
Ber bi kişwera evîna te ve
Dajon ..?
Û rêça hevdîtinê
Alîk ave yek agire …
Piştî gelek çîya yên xwê û
Xwêdanê ber digire …
Ku simê hespê min
Hezar carî dilikume …

Tim siwarim di şevê de
Rêwî me di her rê de
Û badlîzokên vîna min
Ji hawîr de
Te dorpêç…

Bêwar Brahîm

Di gelek deverên teng de û di nav astengên dijwar de , jiyan pişta xwe dide mirovên ku rû le rû bi şer û berên bê soz re dikevin cirîdê de , kovan û keseran ji xwe re dikin palpişt û zilindarîyê ji xwe re dikin şerbet , can mîna kewên rebat…

FAL

Hêmin Mendanî

Dest û telhên min
Guviştin
Xwîn di Penca min
Gerî
Vê ciwana falveker
Li herdû çavên min
Nerî
Xistime Gera gomana
Bendewarê paş
Derî
Dergihê Kûrhêl* min
Vekir
Di gel Oxîna
Zerî
Piştî çilî pir ceng û
Bend
Wê rastî te herwe
Werin
Çilê bûrî ku hildêrê
Tê Li Liqatê têb*
Gerî

Hêz û hêrsên lawîniya
Min
Pilpilîn Kel û hawar
Pakî û dilsoziya
Min
Rojiyên Rojên giran
Berdilka Zerdeştiya
Min
Ketne Taiyên…