September 29, 2007

(Qamişlo – Enteriyê / welatê me) iroj 28/9/2007 li Qamişlo / taxa Enteriyê, 2 malbatên kurdî – kû arîşeyek civakî di navbera wande rûdabû – li hevhatin, û neyartiya ku 15 salan dinavbera wande domkiribû, bi dawî anîn, ev li hevhatin li ser destê komîteyek xêrxwaz pêkhat, komîte jî ji van kesayetiyan pêkhatibû (Hacî silhedin…

Siyamed Sîpan Uğurlu

Em xwe bera nav rûpelên pirtûkên olî û pîroz didin. Di destpêka her pirtûkên pîroz de bahsa wate û rola ziman tê kirin, ev dibe Quran, Zebûr, Încîl anjî Tebar dibe. Di hemû pirtûkên pîroz de tê gotin ger civakek zimanê wê di xeterê debe, civak bi xwe di xeterê deye.Li gora vê…

Antolojiya Helbesta Kurdî, ku ji alî helbestvan û nivîskar Selîm Temo ve hatiye amadekirin, ji alî weşanxana Agora Kitaplığı ve hat weşandin.
Antolojî, ku di dîroka Komara Tirkiyê de karê yekem e, ji du bergan hatiye pê. Di antolojiyê de 293 helbestvan û 520 heb helbestên van helbestvanan hene. Antolojî, dîroka helbesta Kurdî li ber çavan…

Hevpeyvîn: Hozanê girkundê

Hunermend muhemed elî şakir xwe tevlî şêl û pêla hestan dike ûmîna glawêjeke ciwantirîn xemla bejna hunerê dixemilîne û şewlê dide asîmanê dilê xewnan geh bi xemav ya peynûsaxwe helbestan dihûne û xemêd xwe liser riwê kaxezan radixîne û geh bideng û awzên xwe hestên evîndara dilivîne ji lewra mexwest em livî…

Berzo mehmud

Çendlayeniya zarawe
Nivîserên zarê kurmancî zaraweyên (sîyasî, siyasetmend, siyasetmedar, konevan, û, rêzan û) bo yek têgeyî beramberî zaraweya (politicianpolitics)a Ingilîzî, yan jî hember (siyasî)ya ’Erebî bikar tênin. Wilo jî konevanî û rêzanî siyasetmendî û siyasetmedarî wek navê wate tête dariştin. Hin nivîserên zarê Soranî heman wate û têge bi zaraweyên (sîyasî, siyasetmend, siyasetmedar,…

Zinar Mistefa
Heta destpêka şêstan jî ji sedsalê bîstan, mirov dikarîbû li herêma Dêrika Hemko, -( derwêş, ­Çîrokbêj, û pirsporên ku dîroka eşîran nasdikin)- bibîne. Bi gotineke dîtir; ta wê çaxê jî, li wê herêmê, Folklora kurdî: -(çîrok û metelok, stran û reqis û leyîstikên gelêrî), li ser devan bû, û xweşik.. xweşik…