March 24, 2007

Xizan Şîlan

di cihêrengiya min û we de
hêsirên çavên me
wek hev dirijin
dewlemendiya diravên we
di qultek ava gewriya xwe de
dibînim

ez
li gerdûnê
nependiyekî
neferisandî me
encamê diviyatiya xwezaya xwe me
di hebûna giyanê xwe de
dijberê rastiya xwe me
li asoya çolistanan
pijiqîna ava kaniya bêbinî me
li tenhatiya şikeftan
dengvedana bêdengiya zinara me
azadî
henasa jiyana min e
li asîmanê hinavên xwe
wizîna tofanên har im
serpêhatiyên min
sîtavka navxweyiya min…

Bêkes Têlo

Min şoxûşeng şopand ser TV, bo 80 saliya nivîskar Gabriel Grasya Markîz. Kolombya tev derketibû sikakan, ji gûndan,dibistanan,malan, kes nema ku nahtibû vê şahiye.

Bi kêfxwesşî 80 saliya nivîskar pîrozdikirin bi hêviya tendurstiyek baş jê re di pesherojê de. Welatek bi tevahî pîrozibahiya vî afiranderê hêja dikirin, bi rûgeşî, biçukan, mezinan, belengaz û…

Konê Reş

Wek ku diyare, tev şîn û şadiyên kurdan di meha adarê de ne, ta bi koçkirina seydayê Tîrêj jî, di 23 ê vê mehê de bû. Ango ev pênc sale ku seydayê Tîrêj ji nav me barkiriye.

Bi vê helkeftinê kêfxweş dibim ku guhdaran serwextî bandora seydayê Tîrêj di nav helbestvanên kurdên Binxetê…

Seydayê hêja û Xoşewîst!
Dema nêrgizan e.
Li Amedê,
li ber nêrgizfiroşan gurz bi gurz,
ta bi ta,
di teştên naylonî de nêrgizên rûzerîn,
bi peyayên li ser peyarêyan diherikin û

bi nazenînî dibişirin.
Xirecira bajêr,
xemên rojane,
mitaleyên ku di dil de
bûne taxe,
çavên gelekan kor dike;
Ne li bişirîna nergizan hay dibin,
ne jî bîhna wan a emberî wan sermest dike.
Ne…

Mehmûd Sefo


Berî az têkevim kakila babetê biraastî seydayê Tîrêj … nemirê helbesta kurdî tîrêjek geşbo ji xetîra helbestvanên kurd …

lê mixabin sitêra can û rewanê wî berî pênç sala darijiya ji Esmanê helbesta kurdî û ber bi behşta hemereng ve çû da ko bi çive di gel mîrê helbesvana Ehmedê Xanî û şêxê Cizîrî…