March 17, 2007

Şerafettîn Elçî

Piştî tevkujîya girseyî ya Hîroşîma û Nagasakî, tevkujiya girseyî ya mezintirîna Kurdan Tevkujîya Helebçe ye û şopên wê yên kûr hê jî di nêv gelê Kurd de tesîra xwe didomînin.

Ev tevkujîyên bi vî awayî ti caran ti xêr ji bo yên ev pêkanîyîn neanîne û ti encamek qenc neafirandîne. Lêbelê; di dijê…

Konê Reş

Gelî Kurdan!
Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin

û bi hevaltî û dostaniya miletêndin re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û…

Ber ve yekbuna xitaba siyasi ya kurdî li suriye
Kongra Paris ê ya duyemîn

Di 16 adarê 2007 li parisê paytexta Fransa kongrek navnetewî li navenda en cana sinetora fransi [Sêna] de li darkeve

di bin navê (yekirina xitaba siyasiya kurdi li suriye) ji bo bêlikirina karê siyasî ê kurdî li suriyê bi gotûbej…

Di kovara RONAHÎ ê de, hejmar 5- 1ê Tebaxa sala 1942an, Mîrê gewre Celadet Bedirxan, bendek bi navnîşana (EREFAT kurê Brahîmê Ezem ji mala EMO REŞO an xwendevanê ber cot ?) nivîsandiye, tê de, xîret û pesnê xortê nûhatî Erefat bi firehî aniye zimên, daxwaz ji mîr, beg û axayên kurda kiriye ku ew jî…

Ronî ELÎ

Helebçe …

Axîna dîrokek bê ziman
Ahîna dilekî bê kovan
Pejrandina zemîna evînê
Wergirtina alavên jiyanê

Di hembêza
Dergûşên nîvçe de
Di hinavên
Dayika beravêtî de
Li ser biskên û guliyên
Kuzirî
Û vîxanên
Di gewriya Çivîkan de …

Helebçe mede girî
Helebçe tu namirî

Helebçe …

Bahozên reş
Di navbera
Dilên li hev hatî de
Kevanê nêçîrvanan
Li ser sînga xormalê
Tewnbara hezkirina
Hefîd û Barzan
Û
Dilketina Alqamş û kela dezê
Evîndara sînorekî bê kelem
Bê derî
Û
Dergevan …

Helebçe…