Zimanê te nasnameya te ye

Konê Reş

Gelî Kurdan!
Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin

û bi hevaltî û dostaniya miletêndin re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Dr. Nureddin ZAZA

   Ji do çar salan ve belavoka ZIMAN di bin vê durişmê de tê weşandin: (Zimanê te nasnameya te ye) û (Fêrbûna Kurdî mercê serekî yê gelperweriyê ye). Ev belavoka ku ji rex (Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî) ve amade dibe û di nav kurdên Binxetê de tê belvkirin. Tevî ku berpirsê komîtê / Derwêşê Derwêş/ dijwariyên zor çetîn dibîne, lê her ew ji girê xwe nayê xwarê û karê xwe bi mêranî, di coga parastina zimanê kurdî re derbas dike..Û wiha her sal şagirt û qutabiyên komîtê zêde dibin, kec û xort, ji hezkerên peyva kurdî  xwe li dor didin hev…
Ev komît di roja15/07/2003 an de, hatiye avakirin, bi taybetî ji bo fêrkirina keç û xortên kurdan, da ku zimanê bav û kalên xwe jibîr nekin û di warekî kurdî de xwedî bibin…
Şagirtên ku komîta fêrbûna zimanê kurdî wan fêr dike, di pênc qunaxan re derbas dibin, ew qunax jî evin: Seretayî, serbestî (bi du korsan), rênivîs û rêzimanî.
Ta roja iro, vê komîtê di ser 3000 bawernameyên seretayî yên fêrkirina zimanê kurdî li qutabî û şagirtan belav kiriye, di herêmên ku kurd lê dijîn û bajarên ku kurd lê hene wek: Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Serê Kaniyê, Efrînê, Kobanê, Helebê, Şamê û wiha ta bi Beyrûtê..Ji berî salekê ve tîmekî gogapê(fotbulê) Ji şagirtên vê komîtê hatiye pê, bi navê Tîma ZIMAN..Hem jî vê komîtê grûpekî rewşenbîrî a fêrbûnê bi nav kiriye, ji mercên endametiya vî grûpî ku, her neferek jê mamoste be û şagirt û qutabiyên wî hebin…
Ez jî, wek nivîskarekî zimanê kurdî, wek hezkerekî zimanê kurdî, ku biraniya nivîsandinên min bi zimanê kurdî ne, û ku ez pak serwextî çîroka geşbûna hin zimanên rojhilatanavîn im, bêgûman ziman kurdî jî, zimaneke  ji zimanên rojhilatanavîn e, belê, min di dîroka miletan de, di dîroka şerê zimanan de wek ku şerê zimanê kurdî hatiye kirin şerê ti zimanî nehatiye kirin..! Û bi taybetî di kurdistana bakur de..Vêca ez ji dil û can piştevaniya vê komîtê dikim û dergehê alîkariya min ji re vekirîye…Ji xwe fêrkirin û belavkirina zimanê kurdî di nav kurdên Binxetê de, ji armancên min yên sereke ne. Ji ber ku em bi zimanê xwe kurd mane, kesayetiya me di zimanê me deye û neyarên me ji 80 salî ve şerê zimanê me, bi rêk û pêk dikin, veca çendî em li zimanê xwe bi xwedî derkevin û biparêzin wiha em hebûna xwe a kurdî diparêzin…Her wiha ez bi kêf û şahî spasiya redakisyona komîta fêrbûna zimanê kurdî dikim û di her çax û demî de, ez ji alikaria wan re amade me..û di vê deheqê de ev gotina Mîr Celadet Bedirxan xwe bi xurtî tîne holê:
( yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabêyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin..) Hawar, hejmara 10 an sala 1932 an.
Careke din ez alîkariya xwe ji vê komîtê re diyar dikim û bi hêviya berdewamiye ser vê rêbaza pîroz di xizmeta zimanê kurdî de.

Konê Reş  /15/03/2007

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…