February 2007

Kovan Sindî

Çi kesê maçek ne dabîtin cama şeraba evînê bi hoşhest
Nizanîtin çi di bêjîn ji çêjeya gîyanxor ku xistîn deryayê mest
Ji ku hest, çûn hest dikîn gezt, ku bi ez vebest ta dil şikest ?!
Çi dikêşîn cefayê ji dest bi lêvan ra ku jivan derketîn kest

Bi xwedê ger dilop nebaye da ez ji ez nebîtin…


Bêkes Têllo

lava

Xwina xwe dikim helbest
Peyv bi peyv …..diherîkînimBo navê te ser dil nîgarkim

Têkevim konê dilê te
Ta kefenê min bê
Pay deryan û stêrkan ketim
Li pay ava baranê
Digeriyam li behna tê.
Nav tîrêjên roke
Li sîka te digerim
Bi tere ….momîka min
Jibîr dikim ez jihan
Sûndixûm ji tere
Jiyanê tevî hej tekim.

Hey qamişloka min

Berî nebedîbûna kenê dilê min
Bi…

Çîrokek dirêj

Dr. Ebdilmecîd Şêxo

Erê pismamo, ez niha di vê germa havînê de li ber destê êvarê bi piya ji Amudê vegeriyam malê.

Bawerke îro belengazan dikanîn hêkan ji zarokên xwe re li ber tava rojê bikelandana, lê hîn ji vê xeraptir, bijîşkê Qamuşliyê yê dadwerî beriya heftekê ji cîranê me re goti bû;…

Berlin
Şemî: 24.03.07

Seet: 16.00
Hunermend: Zuber Salih – Zoro Saîd Yûsif – Nurê -Niwar Balay
Koma Mala KurdenEzîdî – Koma Mîdya ya Mûzîkê – Koma Tîrêj ya Dîlanê
Cih:ZossenerStr. 65
10961Berlin

Verkehverbindung :U1-6 HalleschesTor –Bus:M41Busstelle:Blücherplatz
Têkilî: 030/32894774 – 01742625359 – 01798515836 Amadekar: Komelgya Kurdên Sûrîyê li berlîn – brandênbûrg
Derbasbûn: 10.00 Euro (li cem kasê 15.00 Euro)

Elwan Şivan

Roj li ber sikratên êvarê dicê
Di xwintewrandina asoyan de
ku bi ser kenaran de
xwe ber didê

Destê shev
Pêlên shevê
û tariya kenarên windabûyî
Mîna konekî bê sitûn
Ku tinebûna sînoran
Derbas dike
û shev li shevê dikerê

Bablîsok
Bayê ku diherkê
Ji dil û kezeba shevê
Hêviyên bendewar
ji bablîsokan bûn beyar
û peyvên bê tov
Di lêvan de diseridin

Poshmanî
Veqetandina min
ji ref û mana li shûn…

Elî Kolo

Derya dilĕ min bũye av ũ ar
Vîna dilĕ min bũye xwînek sar
Dĕ ezĕ çibkim bi vî çavĕ jar
* * *

Sema ũ dîlan tevde hatin xwar
Keçka dilĕ min hatiye bĕ zar
Dibĕ rabe bes gura goştĕm xwar
* * *
Ji lĕvĕ mi bir ew kesĕ wek mar
Şĕranî tev çũ ji sîngĕ hat xwar
Nema bũ kesek…


Narîn Omer

Bese ez di xewneroja de jî te dibînim
piştî min sedema dūrketina
te ji xwe vehūna
ji galgalên nikamîxwaza
va ez eşkere dikim xwîyanî

îro
ko ez baēa şaşîtîya xwe
der mafê te de didim ū
pūşmanîyek mezin
ji derya hestên te diweşînim
lê jibîrneke
tu jî wekî min gunehbarî
demê te bergehên bihîstina xwe
vekirin li ber
hest gemar ū sitemkara
dîsa omîd ū nîyazêmin ji te hene
ku…

Diyar Ehmed

Çi dema ku mirov li ser rewşa zimanê kurdî ya lawaz û tevilhev rawestê,pirsek serjêkirî xwe tavêjê di nav destên mirov de û li pêşiya mirovî diperpitê,di mejiyê tagirtî de dijenê û natebitê,dibin birh û sancên zayînê de hawar û qêrîn di gewriyan de difetisê.
Piris ewe gelo kî di ber rewşa zimanê kurdî…

Dr. Ebdilmecît Şêxo

Çawa tevgera gelê Kurd li Kurdistana Rojava bi dilekî şikestî û xemgînî nûçeya girtina têkoşer M.Ş. Alî bihîst, bi hemî awayên şaristanî nerazîbûna xwe derbirî û rûya karbidestên Sûriyê di qada cîhanî de reş û şermezar kir. Îro jî piştî du mehan, tevgera Kurd û gelê Kurd bi dilên dilşad û şahnazî mizgîniya…

Diyar Ehmed

Koçka Rojavayê Kurdistanê li ser pirogramê paltokê tê weşandin .paltok bi xwe ne tenê wek pirogramek pir belav di nav pirogramên axavtin û danûstandinê de, tê dîtin,lê belê mezintirîn pêgihiştina gihandinê ye,çi di aliyê gihandina nameyên dicih de bê, yan jê axavtin û danûstan bi bihîstin û dîtinê li ser Enternêtê

tê naskirin.ji ber…