January 13, 2007

Brahîm qasim

Pîs mirov

Em di jînêda mijûlin her ne çarin bê wezî
Pir mixabin dest li jorin ser nijêrin dest xwezî
Ev çi îman û selatin kû mirov serbest nebin
Dê çikim beheşt di dinya ger nebî ava tezî

Ez di nîva werz ne kolim mey giran serxoş nebim
Kes nebê ez dîn û şêtim her bi can gorî…

Besam Mistefa

Bakur:

Bêrîkirin solek diriyayî yeXwekuştin ewrik ji pembûyê reş eDinan,zimanan dikirtînin.

Başûr:
Rastî bi bayê sibê re têXanimê bi ramîsanên xwe Bajarê azirî,razî dike (tanî di zivistanê de jî,Qiralê me, toz e)

Rojhelat:

Ev bîst û du sal in Baran ne bariyaye…li wir:Nan sibehan dixemilîneÊş şevan ronî dike.Ji dilbijîna jin û mêran pêveTutişt napengize…
Rojava:

Ciyê mirina xweş…

narîn omer
1- hest germ

demê germa havînê berdê
hemî xelkan û çava razînê û
razê buxçevan û dildarek hest germ
werê ji cana xwe re vedê çend hinar û
çend sêvan
ne bêjin ew dize
çimkî bi serbest vedide
pale û şivan

dastan-2

heger ehmedê xanê pînûsa hebûna navê xwe
ne kolaba li ser anîya mayînê
bi çê şêweyî dastana min
weteyên navê te wê
xwe anîban ziman