Helbest u pexşan

Min bêriya….xwe kiriye!

Besam Mistefa

Bakur:

Bêrîkirin solek diriyayî ye
Xwekuştin ewrik ji pembûyê reş e
Dinan,zimanan dikirtînin.
Başûr:

Rastî bi bayê sibê re tê
Xanimê bi ramîsanên xwe
Bajarê azirî,razî dike
(tanî di zivistanê de jî,
Qiralê me, toz e)

Rojhelat:

Ev bîst û du sal in
Baran ne bariyaye
…li wir:
Nan sibehan dixemilîne
Êş şevan ronî dike.
Ji dilbijîna jin û mêran pêve
Tutişt napengize…

Rojava:

Ciyê mirina xweş
Êdî bêriya tukesî nakim
Tenê ……
Bêriya xwe dikim! 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…