December 1, 2006

Konferansa Parastina Kurdî û Perwerdeya bi Kurdî ku di çarçoveya 4emîn Rojên Wêjeyê li Diyarbekirê de hate lidarxistin, rojên 18-19ê mehê pêk hat û roja 20ê mehê jî encamnameya xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand raya giştî.

Kak Osman Baydemir serokê şaredariya Amedê peyvek di despêkê de ji mêvanan re got, û wî jî ew yek da…

Mustefa ÎSMAÎL

Pi‏‏ştî ku min vexwendnameya bo tevlîbûna li çaremîn rojên wêjeyê li Amed ku bûye baweyekî salane wergirt. Divîyabû ku min serî li konsolgeha TC li bajarê Helebê bida, da vîzayê bistînin û amadehiyên xwe bona rêwîtiya ber bi xewnê ve bi dawî bînim.

Weha jî bû, ezê behsî astengiyan nekim, ezê nebêjim ku…

Ronî Elî

Di hestên razayî de
Û bîranînên ji bîr kirî,
Hevokên jiyanekê
Û tevnên sawiran
Dil avêtin ber,
Zayîna çêrokan
Damezrandina dîlokan
Û
Nûjenkirina fîxanan

***

Di xewnên beravêtî de
Ramûsana dujehê
Sirûdên koçberiyê
Talana xwe,
Li ser pişta
Ciwaniya nêrgizan
Dêmên ku hîn,
Gezik û maçik nedîtin
Kirin mêvan

***

Di navberka duh
Û îroj de
Ketin û ketinê de
Di hêviyên menalekî
Ku lal nemîne
Keçeke ku evînê…