November 2006

Dêrika Hemko- Welatê me

Li roja pêncşemê 9-11-2006 ê, li bajarokê Til koçer ser bi bajarê Dêrikê ve girêdayiye, xortek bi navê Mihemed Welîd ElBoşî ji aliyê plîsan ve hate girtin . Ev xort yek ji wan çend xortên ku li roja 3-11-2006 ê, di kiryareka hîlebazî de xelkên Dêrika Hemko xapandin , û di encaman…

Ji dora du hefteyan ve ye ku , piştî pêşkêşkirina projeya destûra herêma Kurdistana Iraqê ji bo gotûbêj û goftûgokirinê ya ku heta niha di nav jîngeh û elîtên siyasî û rewşenbîrî-yên micid bi taybetî- tenê de û di tengtirîn çarçove de maye , di dema ku diviya bû piştî danîna forma wê ya kotayî…

Hewlêr-10/11/2006

Hijmara nû ya (22) an ji kovara Hawara Nû ya ku Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî wê mihane li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistana-Iraqê derdixe, kete ber destê xwendevanan de.

Gelek gotar û lêkolînên hizrî û wêjeyî bi herdû zimanên erebî û kurdî ciyê xwe di hijmara nû de digirin.Ji bilî sergotara ko bi navê”Ew e…

Silêman azer

Xwezî 1

termê xwe bixweziyan
pêçabû
peravên bajerekî
hêc dikirin

Xwezî 2

vedengên winda
ji xweziyên te
xewa bêdengiyê
kerkirin

Xwezî 3

ji zayîna xweziyan ve
laşê min bendek
û pêçeke
ji hejandina wan re

şev 1

welatek
di tûrikê
penaberiya xwe de
dihilgirt
bû reşkê şevê
ser sînoran

şev 2

yê dergekê şevan
vekir
di şopikên wê de
winda çû

yarê 1

yarê
li ser kenarê bêrîkirinê
torên nerînan
dihilweşînin
demên westiyayî
ji bendewariyê

yarê 2

yarê
keziyên ku ji ber pencên
bahînekê
direvin
nêçîrvanê
xilmaşiya şevê minin

Welatê me

Li roja Înê 3-11-2006 ê,çend xortên nenas û devliken wek ji zar û zimanê wan yê Erebî di hate zanîn ku ji parêzgeha Helebê ne. sibehekî piştî cejna Remezan û baranê hatin bajarê Dêrikê û di kiryarek hîlebazî de xelkên bajêr xapandin

bi hatina xwe re çûn li cem şêx Mesomê Şêx Mihemed Nezîrê…

Bavê Helbest
Helbestvan-98@hotmail.com

Seyda serî danî ji nav kurdaAxîna millet hewar û qîrînWelat bi carek xwe reş girêdaZarok û mezin pîr û ciwan digirîn
Ji me sitandiye goristanêHelbestvanê mey hêja Cigerxwîn

Şînê daniye li kurdistanê
Hêsir weke baranê dibarinAva çem û kaniya rawestiyanBilbil dil bi kul bû, hew dixwîne gul çilmisîn, dara xwe weşandin deşt û çiya û zozan dinalinJîna…

Zinar Mistefa

Wê kêlîkê, ez ji xwe re diponijîm- min di dilê xwe de digot: Qey ne çêtir bû ji (vî yê han re), ku li Kurdistanê,
di ber gelê xwe yê kurd de, hatibane Şehîdkirin. Ji dêla, ku wilo dûr, li Bêrûdê, û di ber Felestîniyan de hate kuştin!.

Elaletek xelk, di wê roja sar û…


Luqman Silêman

Hevind@nefel.com

Divê dema dawî de navê gundê pelêsiyê di hin malperê kurdî de hate xwiyakirin, ka werin em bi hevre herin pelêsiyê ka li ku dikevê. GUNDÊ PELÊSIYÊ li roj hilat û başûrî bajarî DÊRIKA HEMKO dikevê û ew dever tê nas kirn bi navê deşta Hesina

wek ku dibêjin ev Gund sê carî hatiye…

Hesen Silêvanî

ÊKETIYA NIVISKARÊN KURD_DUHOK

Li rojên 8-9-10/11/2006 li hola Xanî li zankoya Dihokê li jêr çavdêriya parêzgarê Dihok birêz Temer Remezan diwem fistîvalê rewşenbîrî pêk tê..

Ji herçar parçên kurdistanê û ji ewropa, gorcistanê û Îmarata Erebî nivîskar û rewşenbîrên kurd û çend nivîskar û rewşenbîrên Ereb ji Bexda û Mûsil pişikdariya evê fistîvalê dibin..
Fisteval dê…

Welatê me / Dêrika Hemko

Berdewamî li ser bizav û hewildanên xêrxwaz û dilpakan,îro roja( 1-11-2006 )ê, li gundê kengelo lihevhatina di nav bera binemala Mistê û binemala Çeto de ya ku li roja (28- 10-2006 )ê de hatî kirin, îro roj ew arîşeya xwîndarî bi temamî rayên wê hate birrîn.

Dîsanê wek ku di roja…