June 2006

Abidelsemed hesen ( Bavê Helbest)
helbestve-98@hotmail.com
çîçekek avdayî
Bi gulanê
Di deşta dilê Min de
Bi şax û şîne
Ji dilê Min dest pêdike
Bi ger û kar û tekoşîne
Vedigere li dilê Min Di her dilopê De

Ji xwînê
êş û evîne
Rondikê Demê
Li hêla dilê şêrînê
Bager û bahoz
Seqem tav û xumîne
Rondikê çavan
Li ser dêman
Lehîne
çemên…

Helbesta: Besam Mistefa

* Bo: Selîm Berekat

Gir û deşt ên te
Hîn li wir in ..
Toz a mîr û
Heriya jîr
Hîn li wir in ..
Hêsir ên xwîn ê
Bêgunehiya gunehiyê
Berfa henûniyê û
Henûniya xemgîniyê hîn li wir in ..

Qeşmerok ên ku bobelatê diserdînin û
Xwêdana hêrsa te …
Hîn li wir in …
Ken ên…


Besam Mistefa / Hewlêr

Di roja 25 meha 6an pirtûka diwemîn ya hunermend ê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê mamoste Kamîran Ibrahîm li Hewlêr ê paytexta Kurdistana Iraqê ya federe, ji layê Instûta Kelepûrê Kurdsitanê ya girêdayî Wezareta Rewşenbîriyê li herêma Kurdistanê , bi navê ” Çilawaz ” derket .

Pêşgotina pirtûkê ji layê birrêz…

diyarî bo girtî yên doza kurdî li zindanên dagirkerên kurdistan

Lawkê Haî

Çar dîwarin min nasnakin
Demjimêrek na raweste
Her dîwarek bi xwe dêwek
Karê pênûsam helbeste

Di xaçirêkên jyanê
Evîna min jar û mesta
Neb incîlê neb quranêHezar carî bi evsta

Gerdûn ge‏şe gul bîn dide
Bilbil dîne bi buharê
Hest ên dilêm bê xwedîne
Gula min birne sêdarê

Min got devo bike qêrîn
Dibe çarak bê meydanê
Dest…

Xeleka yekê

Berzo Mehmûd

Li roja 17ê Hizêranê, sala 2006an, di malpera Rojava de Dr Memo Ebdî gotarek rexneyî bi navê ((Rastiya “rênivîsa peyva kurdî”, nirxên wê û rexnên lê)) derbarî pertûka minî bi navê (Rênivîsa Peyva Kurdî) belav kir, û hin nerîn û bîr û bawerîyên xwe ji me re gotin. Berî her tiştî û…

*Stiran Ebdullah
Wergerandin: Perîşan

Hin siyasetmedarên Ereb û rewşenbîr, çi yên Sûryê û çi yên Ereb bi giştî, di hevdîtinên TV û malperên cor bi cor ên Internet de nerazîbûn û diltengiya ku li navçeyên kurd ên sûryê derketine holê vedgerînin destdirêjiyeke kurdî a veşartî û hêzên kurdan ên derve, her wuha kurdan bi bêwefadarî û…

Wergerandina: Besam Mistefa

Ne Stêrk e
Ne istêrk e ne pêjina pêxemberekî ye
Ne dêmekî ku ji bo heyvê li çok dibe
Vaye ew têt wekû rimeke agirperest ,
Zemîna tîpan êrîş dike
Xwîndar e – xwîna xwe ji bo rojê hildide
Vaye ew tazîbûna keviran li xwe dike
Û ji şikeftan re, limêj dike…

Bi Navê Xwedayê Dilovan û Dilvîn

Li gor vexwendinekê ji layê Birêz Ebdil Helîm Xeddam û birrêz Elî Sadredîn Beyanûnî , civîneka rawêjkarî ji çend hêz û kesayetiyên opozisoynê re hate lidar xistin , ji bo goftûgokirina rewşên ku encamên pêşveçûnên li Sûriyê dibin , herweha planên karên opozisoyna li Sûriyê di dema bûrî de hatine…

Lawkê Hacî

dîsan hest ên birîndar hişyar dibin
Birînin nû derbasî dîrok a xwe dike
Tîna dil
kelkel a rokê di hinavê xwe de himbêz dike
keştî yên mirovantiyê
li berdîlav ên mirûzî yê vediwestin
rondik ên bi keder diçinin

bang û qêrîn….
ji wêne yên dêm ên dayikan
ji tirsa di çav ên zarokan de
bi xwîn a pakrewan ên azadî yê
namek…

Hevpeyvîn : Abdula Sebrî

Di hevpeyvînekê di gel lêkolînêr û nivîskarê kurd Konê reş de ji semakurd re got (( ku rojnamê kurda nikarin tevayî gelê kurd di bin sîbera xwe de kom bike û rojnamek li hewlêr nîne ku kurdekê ji Amedê nûçeyên li kurdistanê têde bixwînê û kurdekî ji hewlêrê nikarê nûçekî li…