Dayê ! 

Ebdilmecît Şêxo

Ji stêrên çavên

Hêva min

Ji kenînên stêrkên 

Amedê

Mehabad   

Duhokê û

Efrînê

Ez wêneya şêrekî pîdar

Bi tiliyên Xwedayê Evînê

Di nav herdu pîsîrên te de

Nîgar dikim

Dilê min bi dil re

Çavên min bi çavan re

Hestên min bi hestan re

Gulistanekê di hembêza

Dayikeke windayî de diçîne

Dîlbera min!

   -1-

Dîlbera min !

Di bin siya dara henarê de

Di bin sersiya dara Zêtunê de

Di bin siya dara hejîrê de

Li ser lotka gira Endarê

Li rex gorna pêxember Horî

Li Laleşa Noranî

Li ber ronahiyên çavên

Zarokên penaber

Ezê  ji te re destanên qehremaniyê

Bixwînim

Dîlbera min !

Asoyek keçînî

Xwe bi şermî li pişt

Mijekê veşartiye

Bi lorîna jinebiyeke koçber

Bi kovanên çûkên birîndar

Di asoya hembêza min de  

Gangulîk dipişkuvin.

Stêran mebarîne dayê!

Min di bîbekên  çavên te de

Gulek çand

   -2-

Di rojên din de pelên wê

Ji min re bûye fîstanek

Stêran nebarîne Dayê!

Pişkojên jiyana min

Li ber hilmên te dîsan

Dipişkivin û dipişkivin .

Siba,siba

Ezê serê te bi ava helbestên

Cgerxwîn li ser zinarekî pîroz

Li ber şikefta Duderiyê bişom

Tu tenê ne dîgrî dayê!

Ezê ji te re siruda Ey Reqîb 

Di zemawenda fireşteyên dilan de

        Bixwînim

Tu tenê nedîgrî dayê !!!21

Tu tenê nedîgrî dayê !!!!.

    Efrîn,21.03.2026

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remadan

“Kurdistan di navbera Serxwebûn û Dagirkeriyê de”.. Pirtûkeke dîrokî û rexneyî ye ji bo nivîskar û têkoşerê kurd ê rehmetî Mihemed Mela Ehmed. Diyariyeke ecêb û tijî sembolîzm ku bîst sal beriya koça xwe ya dawî, bi taybetî di 14ê Tebaxa 2005an de dyarî min kiribû. Eve salvegera diyarikirina vê…

Qamişlo – 24.07.2026 Desteya Birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê roja Înê, 24ê Tîrmeha 2026an, li navenda yekîtiyê ya li Qamişlo civata xwe ya pêşîn piştî Kongira Çaranan, bi amadebûna hemû endamên desteyê, lidarxist.

Civat bi xuleyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şehîdên pênûsa azad dest pê kir. Piştre mamoste Ebdulhekîm Muhemed,…

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya pirtûka «Pêkhateya Cihû Di Şaristanîya Rojava De» ya rexnegir û akademîsyenê Siûdî Dr. Se’ed El-Baze’î, bi wergera Şêxmûs Mihemed û Xalid Cemîl Mihemed, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya…

Tengezar Marînî

Nivîs mîna «tevneke Jibergirtinan»: Hevheyberî/Intertextuality û bîrdank a wêjeyî

Duyemîn bingeha teoriya Barthes têgeha nivîsê mîna «tevna jibergirtinan» e. Li R.B., tu nivîsek ji valahiyê nehatiye û serbixwe nayê afirandin. Her nivîs bi nivîsên din, tîtalên toreyî û sikalat û avahiyên wateyê yên civakî re têkildar e.

Barthes dibêje:

<p...