FewazEbdê
Zaroktiya ser girê Niqare
Agir ji mista min biçûktir
û ji cîhanê mezitir bû.
Me pif dikirê
gurr dibû
çirîskek bi tenê jê diçû asmên û
mîna çûkekî bi tirs vedigeriya
di sênga me de
li hêlîna xwe digeriya.
Pizotên wî agirî
dilê keçeke gundî
evîndar û şermok bû.
Xortaniya ser depê şanoya Newroza Qamişlo
Agir xwe di sênga me de çemdikir
berya ku em xwe di ser re çemkin..
Di bêrîka me de
volkaneke biçûk hebû..
bi qarînekê re
ba vêdixist
ba perde vêdixist
perdê xewn û hêvî vêdixistin
hêvî dibû hespekî şemûs
kesî nikarîbû wî kedî bike.
Niha
Piştî por sipî bû
Li hewşa mala dostekî
li bajarê Dortmund
Agir aram e
weke pîrejinekê ye,
Digirnije çikû
tiştê ku dizane
pirr bêhtirin ji yên ku dibêje..
Destê xwe ber bi êgir ve dibim
tiliyên min dikevin goman û sawîran
girê Niqare tê bîra wan
beza li ser şanoya Newroza Qamişlo
û tê bîra wan ku agir tim bi me re bû
bi me re mezin bû
bi me re pîr dibe
û
ji temenekî ber bi temenekî
ji zimanekî ber bi zimanekî
ji welatekî ber bi welatekî ve diçe..
Ez dibêjim ev sipîbûna por ne pîrbûn e
ew ariya agirê kevn e
hêjî di hinavên me de vêketî ye..
Û ez dibêjim ku Newroz ne tenê cejn e
Newroz şêweyeke
em pê ji tariyê re dibêjin:
Em li vir in
Bi agirê te
mezin dibin.