Xizan Șîlan
-Stran-
bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û girîna bav û kalan
yek û yek can dikişîn
li ber dîwar û kolanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
mirovên mesûm û bêguneh
li ber destê zaliman
hatin kuştin
cendek û giyan
di kendalan de
hîştin
tevî ala kesk û sor û zer
bi xwîna diherikî
hatin şuştin
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
Xizan Șîlan
Stockholm