Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.
Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê re li ser vê xelatkirinê diyar kir, û tekez kir ku ew her dem amade ye ji xizmeta gelê xwe re. Her wiha, hêviya pêşkeftina berdewam ji malpera Welatê Me re xwest, û stiraneke bedew û watedar bi dengê xwe yê xweş û jenîna tembûrê diyarî malperê û şopînerên wê kir.
Şehrînana Kurdî ji destpêka salên 90î yên sedsala borî ve, wek yek ji dengên jinan yên herî berbiçav di qada hunera kurdî de tê naskirin. Wê bi dengê xwe yê taybet û pêşkêşkirina stiranên neteweyî û folklorî cihê xwe di dilê miletê xwe de girtiye.
Ew di sala 1970yî de, li bajarê Îzmîrê di malbateke kurd a Mêrdînî de ji dayik bûye. Hêza dengê wê zû derket pêş, dema ku di sala 1983yan de xelata pêşbirka dengên ciwan bi dest xist. Alboma xwe ya yekem ʺEz keç im keça kurdan imʺdi sala 1991ê de derxist û dûre di sala 1992yan de alboma ʺSorgula Minʺ belav kir.
Şehrîban û malbata xwe ji sala 1994an de li Almanyayê dijîn, û nameya xwe ya mirovî ya xizmeta welatê xwe û hunera wî ji wê derê, li gel hevjînê xwe yê ku alîkarekî hunerî yê baş e pê re, berdewam dike.





