Riyad el-Salih el-Husên
Weger ji Erebî
Bessam Mer’ê
Me her tișt heye;
Milyonek nan ji bo milyonek birsî
Milyonek ramûsan
Ji bo Milyonek evîndar
Milyonek xanî
Ji bo Milyonek derbederan
Milyonek pertûk
Ji bo Milyonek şagirt
Milyonek nivîn
Ji bo Milyonek mandîbûyan
Me her tișt heye;
Ji Havînê re derya
Ji Zivistanê re tifik
Ji tirênan re wêstgeh
Ji lêgeran re șûnwar û navgînên wênegir..
Me her tișt heye;
Lê, piraniya me ne xwedî gulle û dirav in
Lewra,
Baștir e em hinde ne geșbîn bin!..