SÛRIYA KERNEVALA ZORDARAN

Fewaz EBDÊ

 

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne                       

            Çi rengê wê be

            Bi çi şêweyî be;

                        çi ji hesinê neteweyî

                        û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

            Em çivîkên aştiyane

            Em çivîkên ku fêrî stranbêjiyê bûne

Em kar dikin herûher bistirên da

            dengê me bi ser vedenga zincîran keve.

Ez dibînim çawa siya zordaran

            weke maskên kernavaleke kevn tên guhertin.

Yek rokê bi sembolî hildide

 û zeviyan dişewitîne da ku perestgeha xwe ava bike.

Yekî din kirasekî ji ewran li xwe dike

            û me di mîrgeha rewrewka qenciyê de dixeniqîne

 Yek jî li ser rizgarkirina me diaxive

            lê dîwar li dor me bilindtir dibin û

                        goristan di bin nigên me de ferehtir dibin.

Di perestgeha wî de

            axaftin tenê bi zimanê qamçî ye û

            bindestkirin qurbaniya tirsê ye!

Ma gelo ev e jiyan?

An jî şanoyeke qeşmerî ye

             û em ji bo rola xwe tê de bilîzin hatine afirandin?

Qada Sêrkê ye û tê de

            heman tevgerên pehlewanî têne dubarekirin

            Bi heman ben, bi heman qamçî û

                        heman çepikên pûçî vala.

Dixwazim biqîrim

            lê dengê min dibe ax û xwelî.

Dixwazim bifirim

            lê ba rê dide ber me!.

Û her ku ez hewl didim birevim

            dibînim ku

                        li heman dîwarî,

                        li heman zindanê vegeriyame.

Jiyan! Jiyanê!

            Gelo tu tinazokeke xirab î?

            Yan jî tu afirandineke bi şaşî hatiyî û

                        hiştiye em li şûna evîn û hezkirinê

                                    baweriyê bi hêz û zorê bînin!?

Ez dixwazim xewneke cuda bibînim:

            Bajarekî zelal

                        Bajarek henasên mirov tê de ronahî bin

                        Bajarek kes tê de netirse ku rojekê ronahî bibe qeyd û bend.

Bajarek asîmanê wî ne al be û

            zemîn jî ne qada şer be.

Bajarekî

            em lê ji dayik bibin

                        da em bijîn

                        ne bêne ajotin şer û cenga sakûlan.

Lê ez şiyar dibim û

            xwe di heman lîstikê de dibînim

                        di heman şanogeriyê de.

Û Serokê nû

            bi dengekî cuda        

            heman gotinên kevn dicû

lê vedeng…

                        herûher ew vedeng e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Em hemû nivîskaran agahdar dikin ku ew dikarin nivîsên xwe yên bi zimanê Erebî û Kurdî bişînin da ku di jimara duyem a Kovara “Soryaz” de werin weşandin.

Ev beş hene: (Dosyaya Jimarê, Lêkolîn, Nirxandin û Xwendina Pirtûkan, Wergerandin, Mijarên Jinê, Dîrok, Sînema, Şano, Muzîk, Folklor, Ragihandin, Gotar , Çîrok, Helbest, Raporên…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…