Kovara (Hêviya  Welêt) (1963-1965)  Xelek: (3) ya dawiyê 

Dr.Phil:Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara sêhem de em tenê kanin sê gotaran bixwînin;1-(Şoreşa Kurd û  daxwaza awtonomî bo Kurdistana nîvro(Îrqa),Soro,2-(Kurdistan û serxwebûn3-Kronolojiya  nivîskarên Kurd li Kurdistana Bakur) Hemreş Reşo.

Herwisa jî di vir de (9)helbest hatine weşandin;1-(Rojî  reşî  şeşî  Eylû) Kemal Fuad,2-(helbestek bê navnîşan)Hejar,3-(Sewaş ji Xwedê re. 4-Xwrok.5 -Axa welat) Hemreş Reşo.

6-(Meşa Xorta Kurda,7-Newroz,8 -Hoşiya min ) M.Bor. 9-(Ho xorto) Osman Sebrî.

Lê tenê di vir de serpêhatiyek di bin navnîşana ( şerê mêşa de) bi pênûsa Dr.N.Zaza cihê xwe girtiye,herweha jî dîsan çîrokek di bin navnîşana (Diz û lawik) de   bi pênûsa M.Bor de  li tevnê ketiye.  

Soro di gotara xwe (Şoreşa Kurd û daxwaza awtonomî bo Kurdistana nîvro de) li ser hin pirsgirêkan bi hurgilî radiweste;ew bi van wateyan dibêje:Ev bûye nêzîkî sê salan ku miletê me li dijî hukumeta xwînmij û keleş li Îraqê berevaniya xwe dike,bi hezaran ew bûne pakrewanê Kurdistanê û bi sedan gund hatine wêrankirin,lê pêşmergên qehreman bi pîdarî li hember karbidestên Îraqê radiwestin,lê gava partiya(Bes) bûye destlatdar,ewê soz dabû gelê Kurd ku daxwaza gel(awtonomî  bo Kurdistanê û dêmoqratî bo Îraqê) bi cihûnin, mixabin  li dewsa mafdayînê,ewê di Pûşpera,sala1963 an de êrişek dirinde û hovane bire ser Kurdistanê,lê Kurdan digotin:(Kurdistan yan neman!),lê piştî Selam hate ser textê Îraqê,carek din şer rawestiya û danûstandin di navbera Kurdan û hukumetê de dest pê kir,di encamê de çareserî ji kêşeya Kurdî re nehate kirin,şer sernûve  dest pê kir,li dawiyê Soro gelek bi azadiya Kurd û Kurdistanê bawermend bû, ew nameyek ne rasterast ji destlatdara Besiyan re dişîne û dibêje:( hukumet bi destên xwe gora xwe dikole).Em di vir de kanin bêjin ku Soro di nivîsîna xwe de pir serkeftî bû,ewî bi hemû awayî tovên geşbînê di dilên xwendekarên Kurdistanê  de  li dervayî welêt diçandin.

Lê sernivîserê kovarê Hemreş Reşo di gotara xwe (Kurdistan û serxwebûn de) li ser rewabûna damezrandina dewleta Kurdistanê  serbixwe dipeyive û ew dibêje:Di sedsalên me de nema kes bi galgalan,baweriyên bê zanistî û tarî înan bike û têkoşînê ji ber wê da bike,lê ev sedsala dema rastî û şiyarbûna gelan e.Gotarnivîs mercên gelbûnê bi xwendevanên xwe dide nasîn û dibêje:Di vî sedsalê me de,divê  bi tenê ew gelê ku di welatekî de dijî,bi dîrokek kevin bi hev ve hatibin girêdan,ew kesên wî gelî  bi dilsozî bixwazin bi hev re bijîn û pêşve biçin,gava ev mercên jorî  di gelekî  de hate dîtin,ew wek gelekî tête naskirin û gava dewlemendiya welêt jî têrî wan kir,serxwebûn dibe mafê wan.Hemreş Reşo hîn dibêje:Emê karibin gelên din bawerkirin bidin ku nema gelê Kurdistanê bê serxwebûn û girtina mafên xwe dikare bêdeng  bisekine û destên xwe li ber neyar  û gelên  din mîna parsokan verge,ji ber ku hemû mercên gel û netewayetiyê cem Kurdan hene, bi hezaran xort û keçên me di şoreşên Agirî,Dêrsim û niha jî sê salên li Kurdistanê xwîn tête rijandin.Herweha Hemreş Reşo dewlemendiya Kurdistanê bi herdu çemên navdar(Dicle û Feratê)jî di ber çavên xwendevanên xwe re derbaz dike,lewra ew serxwebûna Kurdistanê mafekî rewa dibîne û bi vî  awayî; nivîskar çirek geş di hişên xwendkarên Kurd de li Ewropa vêdixe,lê ne tenê wisa,H.Reşo di vir de gelek helbestvanên Kurdistanê yên ku rolên xwe di pêşketina wêje û hestên netaweyetî de lîstine bi xwendekarên Kurd li Ewropa dide nasîn û ji wan ev in:1-Melayê Cizîrî.2-Elî Herîrî.3-Feqiyê Teyran .4-Melayê Batî .5-Şerefedîn Bitlîsî.6-Ehmedê Xanî û hin din .

Em tenê dixwazin  li vir  du malikên pir navdar yên helbestvan Hejar mîna zengileke dengdar di guhên xwendevanan de dikin hawar û qêrîn,ew dixwaze bi Kurdî bijî û bi Kurdî jî bimre û bi Kurdî jî here gorna xwe  

(…..

Bi Kurdî ejîm,bi Kurdî emrim

Bi Kurdî edem weramî qebrim .

         …).

Lê Osman Sebrî di helbesta (Wefda Kurdî) de û ya bi (144) malikên niştimanperwerî û şoreşgerî hatine ristin û bi dengê bilind û zelal bang li

gelê xwe dike û dibêje:Divê hûn li mafên xwe bibin xwedan û eger di destên xwedanmaf de dar û çek tune be,yanê ew rêya mirinê ye û em tucarî jî Kurdistanê nabînin .

 (Dibêjin wefdeke Kurdî

Li ser zînat û sitemkariya Ecem

Nivîsareke dûr û dirêj 

Li parîsê daye sekretêrê  (Heyata Umem)

Çêla biserhatiya Kurdên ciwanrû

Ku hinde jê hatine kuştin ..

Ma kînga heq tête dayîn ..Ho?

Heke xwedî heq ne dest bi dar be

Qelsî reya mirin û wenda bûnê

Bê şer û gelş û qîrên û lêdan

Lingê me naçe nav axa Kurdistan

Ho .. xortê Kurdê hêja

Rabe bi merdî serî hilde

Di nava  gelên cîhanê de

Tu tenê  ma ye bê nav û nîşan û deng..

       ………….

Osman Sebrî  di helbesta (Ho xort) de bi dengê bilind bang li xortên Kurdan dike û erkên welatperwerî li ser milên wan jî dibîne,lê ne tenê wisa,ew   dixwaze ji xortên Kurdan re rasterast bêje:Hûn pêşengên gelê xwe ne û hêviya Kurdistanê bi we bilind e,ku hûn serkêşiya doza gelê xwe bi dilêrî ji bo serbestiyê bikin,lê peyrewî bi ramanên biyaniyan,gelê Kurd dê herdem bindest û kole bimîne û divê  armanca  miletê me yek be û rêzan û ramana me jî ji bo pêkanîna mafên netewî yek be.

Ho xortê Kurd

Pêşengê xebat

Hêviya welêt

 Ji bo azadî

Bi ramanên xelkê

Li ser reya wan

Dê bibin bindest

Çavên xwe veke

Wek her carê

Neyî xapandin.

M.Bor di çîroka xwe (Diz û lawik) ya ku di Buharê de derbaz bûye wisa dibêje:Nîvî şevê derbaz bûye,lê tariyê rind perdên xwe li ser bajêr de  berdabûn, çavan çav nedidît,tenê car li caran  ji dûr ve dengê dîkekî,an jî  qijîna pîpka payerên kolanan dihatin,lê xûşîna baranê jî çiqas xweş bû,eger helbestvanek li wê derê hebûya,ewî kanîbûya derbarê zulmetê  de helbestek binivîsiya.Lê bûyerên vê çîrokê li Diyarbekirê (Amedê )derbaz dibin,diz dikarî di şevê de dîkanekê talan bike,lê di  sibê de; divê ew biçe  mizgeftê û Mela ji mizgeftê  derdikeve û diçe ba jineke bi mêr,ev Diyarbekir bû,ew tijî çîrok û efsane bû.Kalemirovek hebû ,bi wî re digotin Apo,ew dizekî jêhatî bû,Memo zarokek bû,lê ew bûbû dostê apo,herduyan dizê dikirin,lê apo ew berdida hundir dîkanan taku ew diziyê bike,lê ew bi dizîbûna wî ne qayil e, ji ber ku ew biçûk e û nikane pir tiştan ji hundiran derxîne,apo girs û por spî bû,tariyê dîsan dorhêl vegirt û ji bo dizan fersendek baş bû,lê kalê me sud ji dizîyê nedîtibû,ewî dixwast bixebite,lê tukesî ew li nik xwe neda xebtandinê, ev kalemêra dîsan diziyê dike û li dawiya dawiyê ew li kolana Amedê tête kuştin.

Bi rastî;M. Bor vê çîrokê pir baş li tevnê dixîne, di vir de carna  nêrînên hevdij,carna nêrîn û helwestên erênî têtin holê,di navbera kalemêrê me  û civakê de hevkêşeyên ne dirust peyda dibûn, xûya ye; ne tenê mirov gola civakê diherîmîne,lê carna  jî civak jî nizane mirovê xwe perwerde bike û çavên xwe li ser kêmkasî û şaşiyên borî damrîne û rûpeleke nûh ji serastkirinan  re veke .

Wek di dîroka tevgera gelê Kurd di Rojavayê Kurdistanê de  baş diyar e ku Dr.N.Zaza Siyasetmedarekî jêhatî û navdar bû,ew sekretêrê (Partî Dêmokrata Kurdistanê) li Rojavayê Kurdistanê bû,ewî jî mîna pir hevalên xwe di zîndanên dewleta Bas  de pir lêdan û êş dîtibû,lewra ew direve Libnanê,li  vir  Dr.N.Zaza serpêhatiyeke xwe di bin navnîşana (Şerê Mêşa )  dirêse;Dr.N.Zaza (15) rojan jiyana xwe li mala Kurdekî belengaz derbaz dike,ew li wir demên xwe bi kuştina mêşan derbaz dike  û ew  li wir ji ber mêşan û girînên zarokan gelek bêhteng dibe,ew mêşên ku nedihêştin Dr.N.Zaza  raze,mîna endamên partiya Bes li pêş wî  dihatin xûyakirin.

Li dawiyê em kanin bi sanahî bêjin ku ev hersê hejmarên nirxbuha di bin navnîşana (Hêviya Welêt de) bi pênûsên  gelek siyasetmedar  û wêjevanên Kurdistanî roleke berçav di pêşketina tevgera rojnamegeriya Kurdî de lîstiye.     

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi beşdariya hejmareke mezin ji nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen û nûnerên partiyên Kurdistanî û sendîkayên nivîskarên Kurd ji deverên cuda yên Kurdistanê û diyasporayê, Çaremîn konferansê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa roja Şemiyê 27ê Çileyê Pêşîn “6ê Befranbar 2725” li Dusseldorf, Almanya, hate lidar xistin.

Di destpêkê de, rojnamevan Dilbrîn Şingalî bixêrhatina…

Mihemed Hemo

Ev çêroka ne tenê li ser Helbestvanekî nexwaş e, çîroka jineşêrekê ye ku bi dilovaniya xwe jiyan bi rê ve dibir û mala xwe jî kiribû hembêzek gerim ji dahûneran re, wek: Helbestvan, hunermend û ji merov dostan re. di demek ku pêwendiyên merov bi bercewendiya ve girêdayî bûn, Nazê…

Eymen Bekir

 

Dirbêsiyê،
ji roja ku tu çûyî
şev li dilê min dirêj bû.
Çirayên hêvî bi yek yek
li nava sînga min vemirîn.

Ez li her derê te digerim،
li dengê bayê، li bîhna baranê،
lê tu nayê،
û navê te li ser dilê min
wek birînek nû dimeşî.

Çavên te
di xewnên min de têne
û her car
ez…

Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara duhem de em dikarin van gotarên kêrhatî û hin helbestên niştimanperwerî bi pênûsên cuda bixwînin:1-(Erke pîrozekanî Hêviya Welêt)Kamal Fuad.2-(Bi hatina cejna Newrozê)Desteya Kovarê.3-(Bîreweriya cejna Newrozê) ji (Dengê Kurd),hejmar (8) hatiye wergirtin.

4-(Newroz be xoş hatî,wê her bê rojî serxwebûn!!!) Şivan .5-(Perîşanî) Soro.6-(Nexweşiya me xweşiya neyaran e )Hemreş…