Bi beşdariya hejmareke mezin ji nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen û nûnerên partiyên Kurdistanî û sendîkayên nivîskarên Kurd ji deverên cuda yên Kurdistanê û diyasporayê, Çaremîn konferansê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa roja Şemiyê 27ê Çileyê Pêşîn “6ê Befranbar 2725” li Dusseldorf, Almanya, hate lidar xistin.
Di destpêkê de, rojnamevan Dilbrîn Şingalî bixêrhatina beşdaran kir, piştre xuleyek bêdengî li ser canê şehîdên Kurd hate rêzgirtin, digel sirûda neteweyî ya Kurdî (Ey Reqîb).
Nivîskar Marya Ebas li ser navê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan li Ewropa gotarek pêşkêş kir, têde bal kişand li ser girîngtirîn qonaxên girîng û çalakiyên Yekîtiyê hem li Kurdistanê û hem jî li derveyî welêt ji damezrandina wê di 13ê Cotmeha 2013an de û heta roja lidarxistina konfrenas, her wiha got ku 23 hejmarên kovara “Pênûsa Azad” hatine weşandin.
Piştre, Mamosta Sebrî Resûl, serokê nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan, gotarek kurt pêşkêş kir û bal kişand li ser rola nivîskarên Kurd di bihêzkirina hişyariya neteweyî de, her wiha piştgiriya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê ji bo Konferansa Yekîtiya Kurdî ku di 26ê Nîsana 2025an de li Qamîşloyê hatibû lidarxistin û girîngiya çalakiyên hevbeş li gorî bendên Belgeya Qamîşloyê tekez kir. Piştî vê yekê, gotarek pîrozbahiyê ji Birêz Şîfa Barzanî, serokê Revenda Kurdistanî hate pêşkêş kirin û piştgiriya xwe ji bo nivîskarên li dîasporayê diyar kir.
Her wiha, di konferans de, çend peyv ji aliyê van nivîskaran ve hatin pêşkêşkirin û di nav de:
– Peyva Nivîskar Guhar Mamo, seroka Yekîtiya Nivîskarên Kurd li welatên Yekîtiya Sovyetê ya berê, di peyva xwe de pêdagirî li ser hevkariyê û têkiliyên dualî yên di navbera Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd li welatên Yekîtiya Sovyetê ya berê de kir.
– Mamosta Husam Ehmedî li ser navê Navenda Lêkolînên Tîşk gotarek pêşkêş kir û banga lêkolînên zanistî û hewldanên hevgirtî ji bo parastina zimanê Kurdî kir.
– Mamosta Seyîdxan Kurej bi zaravayê Zazakî yê Kurdî gotarek giring pêşkêş kir.
– Mamosta Sadiq Şarnaxî li ser navê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê gotarek pêşkêş kir û behsa danûstandinên di navbera her du Yekîtiyan de û çalakiyên hevbeş kir û got ku hêjî xwest heye li ser berdewam çalakiyên hevbeş.
– Mamosta Serdar Caf, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanî li diyasporayê, li ser navê Federasyona Nivîskarên Kurdistan li penahendiyê gotarek pêşkêş kir û bal kişand li ser girîngiya yekkirina rol û çalakiyên nivîskaran.
– Nivîskar û zimanzan Cahîd Kaplan li ser navê Komeleya Feqeyê Tîran gotarek pêşkêş kir.
– Dr. Caso Wazîrî jî gotarek pêşkêş kir û behsa girîngiya nivîsandinê û rola wê ya çandî kir.
– kurtepeyvek ji hêla Dr. Tahir Şerîd ve, profesorê zanîngehê hat xwendin, têde bal kişand li ser girîngiya avakirina navendeke çandî ya Kurdî ku ji bo lêkolînên zanistî û zimanvanî bixebite û tekezî li ser rola girîng ya zimanê Kurdî di parastina nasnameya neteweyî de kir, pêdagirî li ser pêşkêşkirina çareseriyên pratîkî li şûna gotina gotar û dirûşmên vala kir.
– Mamosta Şemal Pîran, nûnerê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), li ser navê partiya xwe pîrozbahiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan kir.
Di dawiya çend peyamên pîrozbahiyê ji hejmarek partî, rêxistin û kesayetiyên Kurd hatin xwendin, di nav de:
– Partiya Demokrat ya Kurdistanê – Liqê Şeş
– Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê
– Partiya Demokrat ya Kurdistanê – Sûriyê
– Partiya Demokrat ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
– Partiya Demokrat ya Kurdistan – Îran
– Birêz Sebahttîn Aras, Serokê Komeleyên Komkar
– Komîteya Mihrecanê Helbesta Kurdî li Wolfsburgê ji aliyê Helbestvan Hişyar La’lê.
– Navenda Lêkolînên Tişkê
– Komîteya Rêveberiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê- Qamişlo
– Konfederasyona Revenda Kurdistanî- Birêz Nader Doxatî
– Nivîskar Îbrahîm El-Yûsif
– Malpera Welatî Me
– Çend peyamên din yên pîrozbahiyê ji hejmarek kesayetiyên civakí û siyasî.
Li dawiya konferans, civînek taybet bi amadebûna endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropayê, digel endamên nû, hate lidarxistin, bi beşdariya Cêgirê Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê helbestvan EbdulSemed Mehmûd bi rêya înternetê, di civînê de, desteyeke rêveber ya nû hate hilbijartin.
Biryar wisa ye ku di rojên pêş de, yekem civîn bo desteya nû bê lidar xistin û têde Serok, cîgirê serok û sekreter, û her weha ofîsên rêxistinî yên nûnerayetiyê, di nav de ofîsa ragihandinê, ofîsa têkiliyên giştî, ofîsa çalakiyan û ofîsên din yên têkildar, bêne destnîşan kirin.
27ê Çileyê Pêşîn, 2025
6ê Befranbar 2725
Konferansê Çarê yê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanli Ewropa