Mala Nazê ji helbestê ye

Mihemed Hemo

Ev çêroka ne tenê li ser Helbestvanekî nexwaş e, çîroka jineşêrekê ye ku bi dilovaniya xwe jiyan bi rê ve dibir û mala xwe jî kiribû hembêzek gerim ji dahûneran re, wek: Helbestvan, hunermend û ji merov dostan re. di demek ku pêwendiyên merov bi bercewendiya ve girêdayî bûn, Nazê diyar kir ku hîn dilin hine xudî sozin helbestvanan bi tenê nahêlin.

Nazê ( Diya Fuad) jinek Afînî Helebî bû dilsoza hevalên xwe bû, dildara wêje û hunerê bû, ew   ê  mala xwe kirbû koşka wêje û Hunerê, Nazê bûbû sîbera nivîskar û hunermendên windayî ku kes lê xudî bi der nediket, Hamid Bedirxan, di jiyan xwe de tenê şanazî bi helbestên xwe û diolovaniya Nazê dikir. Bavê Fuad jî merovekî siyasî, zana û têgihîştîbû Bercewendiya xwe nedida pêş, girîngiyek baş bi behremendan dikir û rola wan dida pêş. 

Nazê xudiya dilekî dergûşî bû dikarî hemî helbestvan tê de bihêjandana, yek ji wan Hamid bû ku mala nazê jê re hêlan bû, Nazê bi nazdariya xwe ew lele kir ta ew li jiyanê bû, lê gava ew ket ciyan jî dilovaniya Nazê dergûş û henaseya wî bû, baştirîn dermanê nexweşiya wî bû. Nazê li mal li ber nefesa wî bû, li nexweşxana jî li ber serê wî bû, her ku Hamid vê hêvî dima Nazê serê xwe dida ser gurmikê wî û di guhan de digot: Helbestvan bê hêvî namîn! Yan helbestek jê re dixwend yan jî tembûr dixist koşa xwe û jê re dilorand yekser can bi Hamid dihat.

Rojekê em çûn serdana wî li nexweşxanê, min ji wî re got: Hêvîdarim îşa te tinebê?  

Hamêd got: dermanê êşa cane merov heye lê dermanê ûjdanê merov tine ye bi taybet piştî merov pîr dibe! Ûjdanê min, min dêşîne ku min zimanê xwe yî Kurdî hişt û xizmeta zimanê Erebî kir!

 Gere dewletê wek: Helbestevanekî bi nav û deng sêyrî min bikirana wezîrê Roşanbîrî dê bi balefirek serdana min bikira,

got: Lê belê ew her tiştî dizane! Dizanin ez Kurdim jî, kurdekî Ehmaq, Bi ser xayînetiya ku min li zimanê Kurdî kirî de, îro Kurd li min xudî biderdiketine, wek: Hêviya tiştekî ji min bikin û min şermezar bikin, ma ji xweşî hevalê min, helbestvanê Filestînî Mohîn Bisîso gotî:

Gava Selah Al dîn Al Eyobî biserket,

Bû Qehermankî Ereb

Ger bi binketa,

Dê biba xinzekî Kurd.

Rojekê di derangiya şevekê de, Nazê hat mala me ya Helebê, got: li pêş du rojan, malek ji merovên Hamid hatin, ew birin mala xwe ya li dawiya gerekê Şêx Meqsûd , diho jî hin dostan serdana wî kiribûn û li gor gotina wan mamoste Hamid li wir pir ne rihete pêwîstiya wî bi pijîjk heye. Ew ne wî dibin ser diktorekî ne jî diktorekî tînin ser wî. Nazê: Gave w dibînin çawa ez çawa xizmeta helestvanê xwe dikim, ew bîr dibin ku çavên min li malê Hamid Bedirxan e, ez ê bi deh pêcan mor bikim ku ez tiştekî ji malê wî nagirim, tenê ez dixwazim ew helbestvanê me perîşan nemire, divê ez pak-pak xizmeta wî bikim. Mamoste Mihemed! Ez di bextê te de me! çareseriyekê ji vê helbestvanî re bibîne!

Ez ji helwestê Nazê yî merovanî dilxweş bûm.

 Min: Nazê xanim! Tu çawa hez dikî em di xizmeta te û mamoste Hamid de ne!

Nazê: Ji berî her tiştî divê em diktorekî bibin ser wî ta ku em rewşa wî bizanibin, ya din daxawaz dikim ku tu Hecîko di gel xwe bibe dev merovên wî û hûn karibin bi çend gotinê xweş bawariyê bi wê malê bînin, ta em mamosteyê xwe Hamid vegerînin mal. Hûn dizanin ku tenê ez dikarim daxwaziyên mamoste Hamid bi cîh bînim û naza wî rast bikim.

Sibê zû ez çûm gerekê Şêx Meqsûd, min nihêrî hîn pijîjk nehatiye ser karê xwe, min dît nusîngeha Hecîko ya kirîn û firotina xaniyan vekiriye , ez derbazî nusîngehê bûm, min dît Hecîko tê de ye, Hecîko merovekî huşyar bû bi qaserî xwe bû, me xwest ku suhbet bikirin, min dît jinek di gel keçekê bi hundirê nusîngehê ketin, çelp çelpa benîştê jinekê bû, hîngî xwe dabûn ber dûzanê, êdî ji dûzan ketibûn, çav ji kila etaran xetimandibûn, hîngî rûyên xwe sor kiribûn, lê bûbûn qûna meymûnan.

 Hecîko: Fermon! hûn bi kirê dixwazin yan kirîn?

Jinikê: Ne herdu jî, em ji bo babetik din hatine û got: Hecîko! Dibêjin tu merovekî baqile û hemên malbatên çiyayê kurmênc dinasî, malek ji Reco vê qîza min a nazdar  ji kurê xwe re dixwezin, Ez hatime ji te bipirsim, Ka malbatek hêjaye yan na, em bidinê nedinê??

Hecîko di bin berçavkên xwe re li jinikê û qîzê nihirî ne pirsî ew malabata dixwezin kîne yan çi kesin, yekser got: Bi lez keça xwe pêdiyê! Ji berî ku ew li ser we diprsin,

Jinkê: Çona yanê?

Hecîko: Ne te got, tu merovekî baqilî?

Jinik: Erê

Hecîko: wek: Nînkê li ber çavên min diyar e,  ew kî dibin bila bibin ku li ser we bipirsin, keça te nabin. ji min fam bike! .Ca rabe, here!! Ta ji we tê lezê bikin û keça xwe pêdinê.

Jinik û qîzê ve rabûn çûn.

Min: Hecîko tu qet nepirsî ew malbata qîza wê dixwezin kîne?  yekser te got: Zû pêdinê .

Mektûb di edrêsê re xuyaye

Hecîko: Çendî malek ne hêca be, ez bawerim dê ji vê jinê çêtir be,

Nuh ji min re got: Xudê xêra te bide tu vê sibê ji ku tê?

Min got: Merovên mamoste Hamêd çûne Hamid ji mala Nazê birin e, Loma Nazê ji min re got: Hêvîdarim tu û Hecîko herin wî vegerînin .

Hecîko: Naz dê baqil nabe, ta kengê ew jin dê Ehmaq be? Hamid çiyê wê ye??

Îro mirî siba mirî!

Min: Nazê dilsoze bi hevalê xwe re naxweze ew perîşan bibe.

Ta wê hîngê pijîjk hat, ez çûm cem wî hîn kenê min dihat.

Pijîjk: Xwedê xêrke! Tu biçi dikanî vê sibê?

 Min: çêroka Hecîko jinikê jê re got, pijîjk ji min pirtir keniya

Em bi hev re çûn ser nexwaşê xwe Hamid, Pijîjk zexta wî girt û derziyek lê da û navên deriziyan jî got dibe ez êvarê bînim lê bidim û xwest biçe, min per bi derxistin ez bidimê.

Hin mal hene ne tenê warê cestene, warê giyanin.

Hekîm: keniya got: tu dixwezî peran bimindî? kenê ku te vê sibê bi min kirî, gerek ez bi ser de peran bi te dim.

Hamid di ber nexwaşiya xwe re got: Kenê çî?

Hekîm: Mamoste Hamid, bila kek Mihemed çêroka Hecîko ji te re hewlde.

Min: Ji Hamid re got: Xudiyên male jî guhdariya min dikir, Hamid hîngî kenî

 Got: Hekîm êşa min nema tu derziyan mine ez çêbûm.

Xudiyên malê jî hîn dikeniyan.

Bi çêroka Hecîko me kêşeya Hamid û Nazê jî care ser kir.

————————————–

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr.Phil:Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara sêhem de em tenê kanin sê gotaran bixwînin;1-(Şoreşa Kurd û daxwaza awtonomî bo Kurdistana nîvro(Îrqa),Soro,2-(Kurdistan û serxwebûn3-Kronolojiya nivîskarên Kurd li Kurdistana Bakur) Hemreş Reşo.

Herwisa jî di vir de (9)helbest hatine weşandin;1-(Rojî reşî şeşî Eylû) Kemal Fuad,2-(helbestek bê navnîşan)Hejar,3-(Sewaş ji Xwedê re. 4-Xwrok.5 -Axa welat) Hemreş Reşo.

<p...

Bi beşdariya hejmareke mezin ji nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen û nûnerên partiyên Kurdistanî û sendîkayên nivîskarên Kurd ji deverên cuda yên Kurdistanê û diyasporayê, Çaremîn konferansê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa roja Şemiyê 27ê Çileyê Pêşîn “6ê Befranbar 2725” li Dusseldorf, Almanya, hate lidar xistin.

Di destpêkê de, rojnamevan Dilbrîn Şingalî bixêrhatina…

Eymen Bekir

 

Dirbêsiyê،
ji roja ku tu çûyî
şev li dilê min dirêj bû.
Çirayên hêvî bi yek yek
li nava sînga min vemirîn.

Ez li her derê te digerim،
li dengê bayê، li bîhna baranê،
lê tu nayê،
û navê te li ser dilê min
wek birînek nû dimeşî.

Çavên te
di xewnên min de têne
û her car
ez…

Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara duhem de em dikarin van gotarên kêrhatî û hin helbestên niştimanperwerî bi pênûsên cuda bixwînin:1-(Erke pîrozekanî Hêviya Welêt)Kamal Fuad.2-(Bi hatina cejna Newrozê)Desteya Kovarê.3-(Bîreweriya cejna Newrozê) ji (Dengê Kurd),hejmar (8) hatiye wergirtin.

4-(Newroz be xoş hatî,wê her bê rojî serxwebûn!!!) Şivan .5-(Perîşanî) Soro.6-(Nexweşiya me xweşiya neyaran e )Hemreş…