Fewaz Ebdê
Di pêvajoya dîroka romanê de, her jin babeta berfereh û giring bû.. ji babeteke çîrokî /vebêjî sade hilkişiya ta ku bû kesatiyeke xwecihgirtî, zana û weha jî bû zîlana wutara romanê.. lê di civakên xweparêz /klasîk de, ne bi wê hesaniyê ye ta ku ev veguhêz pêk tê! Di civakên xweparêz de, her di navbera têgihiştineke nûçêbûyî û bingehên civakê ku wê sînor dikin de dimîne; ango her di kêferatê de ye, da ku ji bin desthelatdariya nêrbûnê derkeve.
Di wêjeya Kurdî de jî, jin di romanê de kesatiyeke di rewşeke pirsgirêkdar de ye, ji aliyekî ve weke nimûneke kilasîk û ji aliyê din ve li nasnameyeke mirovî serbixwe digere. Di vê çarçoveyê de, romana “Sîber” a Wezîrê Eşo, weke nivîseke giring di çêkirina hişmendiya jinê di civakeke Kurdî gundewarî xweparêz de derdikeve pêş. Sîber ne tenê weke lehengeke trajîdîk, lê weke jîndarekî çîrokbêjî tê pêşkêşkirin ku bi demê re pêş dikeve; tê guhertin: ji bêgunehiyê diçe ber bi hişmendiyê ve, û ji bedewiya bêdeng diçe ber bi têgihîştina rexneyî ve; ya xwe û cîhanê.
Ji rûpelên pêşîn ve, nivîskar Sîber ji malbateke kurd ji çîna navîn, oldar û kevneşop diyar dike, ku kesayetiyên vê malbatê di navbera gund û bajêr de dijîn (Tiflîs). Sîber a ku di navbera gundewarê sade û bajarê nûjen de mezin bû, jiyana wê di nav wan de hat dabeşkirin, ew nakokiyên di navbera herdu cîhanan de hebûn anîn ber çavê wê:
- Li gund: sadebûn, xweza, têkilî û sincên hevcivakî.
- Li bajêr: bedewiya hêmanî/maddî, xwendin, û asoyeke berfirehtir ji jiyanê re.
Ji biçûkaniya xwe ve, ew weke zarokek bêhempa xuya dike; him bi rûdêmên jinane yên gihîştî û him jî bi zîrektiya berbiçav. Belê bedew bû, û teva bedewiya wê didîtin, lê dema ku em li wê bedewiyê dinhêrin em dibînin ku ne serrû ye; lêbelê aqil, şermê û zanîna rûmetê bi xwe re hildigre. Di zarokatiya xwe de jî, ew cudahiyên çînî yên di navbera malbata xwe û malbatên din de hest dike, wê ji diya xwe re digot:
- (Heval- hogir van cil û bergên min dibînin û belkî dilê xwe da aciz dibin, xwe li ber min nuxsan, biçûk, feqîr û perîşan dibînin, çimkî weke we ji destê dê û bavên wan nayê wana weke min bixemilînin. Gava ez çav wan dikevim, ewana stûyê xwe xwar dikin û metelmayî li cil û bergên min yên teze û xas, li xemil, xişir-imbaretê li ser min mêze dikin, agir bi dilê min dikeve, dilê min bi wan dişewite, ku ewana jî weke min nikarin xwe bixemlînin.)
Li vir, diyar dibe ku tovên hişmendiya civakî û sincî/exlaqî di hundirê wê de hatibûn çandin.
Ev bingeha vegotinê rê li ber ketina karakter di qalibê “jin-wek-xemilandin” de digire, û zûbizû wê li ser riya mirovî ya hişmend datîne. Sîber keseke nasdike ku cudahiya çînî ne serbilindî ye, û bi êş û azarên derdora xwe diêşe.
Dema ku Sîber dikeve temenê rewaltiyê/genc, laşê wê dibe nîşana tîrên çavên civaka baviksalarî/Patriyarkî, dibe jina xewn û xeyala her xortekî; çi li gundê wan û çi li gundên derdorê. Lêbelê, roman vê têgehê bi xwe nagire; berevajî wê, ew bi hişmendiya Sîber wê rexne dike.
Sîber zû xwe nasdike ku ew ne tenê laşeke bo mêrkirin û anîna zarokan e, lê dixwaze ku berî wê ew xwe weke keçeke xewenda, zana û bikêr ava bike.
Sîber hişmendiya xwe ne bi riya vebêjiyê an serhildaneke eşkere nîşan dide, lê bi bêdengiyeke watedar û helwesteke sincî/exlaqî. Ew yekser serê xwe nake serê rewişt û kevneşopiyan, lê sexteya wan dibîne û mekanîzmayên wan fam dike.
Hişmendiya wê di sê astan de pêk tê:
- Hişmendiya xwenasî: Naskirina nirxa xwe dûrî nerînên civaka baviksalar.
- Hişmendiya civakê: Têgihîştina bingeha civaka baviksalar ku jin tê de dibe berdêlî û pêguhêz.
- Hişmendiya çarenûsê: naskir ku çiqasî jin zana be jî, rê li ber bijartinên wê gelekî kêm û teng in.
Li vir em dikarin bêjin ku “Sîber” di wêjeya Kurdî de nimûneke girîng e, diyar dike çawa guherîn çêdibe ji “jina qurbaniya bêhiş” ber bi “jina zana ku nasdike bi çi hawî tê bendkirin” ve.
Belê di dawiya pêvajoya xwe ya vebêjî de tê xuyanîkirin ku Sîber serê xwe ji rewiştên civakî re danî û xwestin û guhestina wê bi qelen li gorî nerînên civakê pêk tên û şûkirina wê/zewaca wê dibe. Lêbelê, ev serdaxistin ne têkçûneke tevahî ye, lê şikestineke hişmend e.
Romana “Sîber” ne bi serkeftinê bidawî dibe, ne jî bi têkçûnê, çikû Sîber ne tenê ew keça jiyana wê li ber me raxistî ye, lê nimûneke ji qûnaxeke dîrokî ya civakê re; mîna ko romannivîs ji me re bibêje:
Vaye Sîberê tovê hişmenî û zanînê çand, hinek dem û guhdan jê re divê ta ku şên bibe û ber bigire.