Ma HSD Dergehê Doza Kurdî Ye?

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên di navbera her du desthilatên de facto de nîşan dide.

​Kêşeya bingehîn di vir de ye ku heta niha danûstandin tenê bi HSD û Rêveberiya Xweser re hatine sînordarkirin, bêyî ku hêzên din ên Kurdî, di nav de jî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), beşdar bibin. Herwiha encamên Konferansê Kurdî ya Hevbeş ê ku di meha Nîsana borî de hatibû lidarxistin û çav li rê bû bibe lêvegerê sereke, nehatine aktîfkirin.

​Berdewamiya vê, dike ku bicihkirina çi peymanên di pêşerojê de di navbera Şerih û Ebdî de, tenê li herêmên niha di bin kontrola HSDê de be. Ev jî tê wateya dûrxistina herêmên kurdî yên dagirkirî an jî herêmên ku li derveyî kontrola HSDê ne.

​Pêşniyarên ji bo tevlêkirina hêzên HSDê di nav artêşa Sûriyê de bi rêya avakirina tîp/firqe û lîwayên nû, nîşan didin ku ev hêz dê tenê li herêmên Cizîr, Firat û Dêrezorê bimînin. Heta niha nehatiye gotûbêjkirin ka gelo herêmên din ên Kurdî yên wekî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dê çawa werin birêvebirin û kîjan alî dê di paşerojê de wan birêve bibe. Ev rewş metirsiyeke cidî li ser yekperçeya Kurdistana Sûriyê ava dike.

Di ​Peymana 10ê Adarê de, nêrîneke zelal li ser şêwe an çawaniya birêvebirina Kurdistana Sûriyeyê wekî yekîneyeke birêvebirî /îdarî û siyasî ya yekgirtî li xwe negirtiye, ji ber ku ew ji xwe vê yekê nas nake. Her wiha, binavkirina gelê kurd wekî “civaka Kurd” li dijî mafên bi kom ên gelan ên li gorî yasayên navdewletî û encamên Konferansê Kurdî ya Hevbeş e, ku pişt re hatibû lidarxistin.

​Mezlûm Ebdî heta niha “Şanda Kurdî ya Hevbeş” aktîv nekiriye, her çend ev şand yek ji encamên herî girîng ên konferansê bû.Hîn eger coda aktîvkirinê li cem wî be jî. Hemû danûstandin di navbera HSD û Rêveberiya Xweser ji aliyekî ve, û Hikûmeta Demkî ji aliyê din ve sînorkirî mane, di heman demê de rola Şanda Kurdî ya Hevbeş hatiye piştguhkirin.

​Serdana Ebdî ya Duhokê nîşaneke siyasî ya girîng bû; ew li milê rastê yê Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rûniştibû, lê ENKS hatibû piştguhkirin. Li gorî agahiyên taybet, ENKS ji bo “Forumê Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn” nehatibû vexwendin; vexwendin tenê ji bo Ebdî û Îlham Ehmed ji ber Rêveberiya Xweser re hatibû şandin.

​Li gorî heman agahiyan, endamekî desteya serokatiya ENKSê bi rayedarekî Herêmê re têkilî kiribû û rexne kiribû, ku vexwendin ji wan re nehatiye şandin û ev wekî peyameke siyasî ya nerênî binav kiribû. Piştre rayedarê Kurdê Iraqê destkarî kir da ku kursiyên li rêzên pêş û li milê çepê yê Serokwezîr ji bo ENKSê werin veqetandin. Ev yek nîşan dide ku pêşengî û cihê lîstikvanan îro hatiye guhertin, mîna ku serkirdeyên Herêmê bibêjin: “Me stratejiya xwe guhertiye, HSDya îro ne wekî ya duh e; ew hevalbendê me yê sereke û dergehê doza Kurdî ye li Sûriyê ye.”

​Peymana 10ê Adarê ji aliyê herêmî û navdewletî ve hatiye pêşwazîkirin. Herêma Kurdistanê-Iraq ku têkiliyên wê yên pir baş bi Tirkiyê re hene, vê peymanê wekî fersendekê dibîne da ku di pêşerojê de berjewendî û bandora xwe li Sûriyê biparêze. Amerîka jî pêşwaziya peymanê kir, ji ber ku ew navbeynkariya her du aliyan dikir û tenê li pey peymanekê ye, ku li ser erdê were bicihkirin û aramiyê bîne, bêyî ku guh bide hûrgulî an mafên ku di peymanê de têne diyarkirin.

​HSD îro kontrola erdê, biryara leşkerî, siyasî û danûstandinan di destê xwe de digire. Ger ev serdestiya yekalî berdewam bike û hêzên din ên Kurdî beşdar nebin, dibe ku ev hêz bibe astengiyek li pêşiya yekperçeya Kurdistana Sûriyê û herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî li derveyî her rêveberiyeke siyasî ya Kurdî ya yekgirtî bimînin. Kilîta van herêman jî di destê Tirkiyê de ye, û tenê Herêma Kurdistanê dikare bi rêya têkiliyên bi Tirkiyê re û têgihiştinên di navbera PKK û PDKê, vê dosyeyê bilivîne, ku biryara siyasî li Kurdistana Sûriyê di destên wan de ye bi rêya hevalbendên wan ENKS û Rêveberiya Xweser. 

​Ev rastî ferz dike, ku Şanda Kurdî ya Hevbeş were aktîvkirin û guvaşeke siyasî, herêmî û navdewletîya, were kirin da ku nûnertiya rasteqîn bê misogerkirin. Nmev nebe jî, peyman dê tenê bibin amûrên birêvebirina bandorê, ne projeyên ji bo vegerandina mafên Kurdan û yekperçeya Kurdistana Sûriyê.

​Çawa ku divê guvaşa li ser rêveberiya birêz Şerih bê kirin, da ku dergehên xwe ji Şanda Kurdî ya Hevbeş re vebike, divê li ser HSDê jî guvaş werin kirin, da ku rola Şanda Kurdî ya Hevbeş aktîv bike.

​Kî dikare van guvaşan bike? Ma gelo Şanda Kurdî ya Hevbeş dikare tiştê ku jê tê xwestin pêk bîne? Ma gelo endamên şandê ji encamên Konferansê Hevbeş bawer in? Bersiv ne hêsan e û em ê di gotara bê de li ser bisekinin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…

Bi rêz û hurmet bo gelê me yê hêja,

û bo hemû endamên civaka me li welat û li derveyî welat,

Ji ber berpirsiyariya civakî û bi armanca parastina nirxên mirovî û adetên kevneşopî yên ku civaka me li ser wan ava bûye, malbatên gundên…