Salek diser rûxwendina rêjîma Esed re

Hişmend Şêxo

 “Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî , rabû bijardeya leşkerî hilbijart û hemû xwepêşanderên azadîxwaz girtin û Sûriyê ber bi leşker kirin û şerê navxweyî de bir û hemû çekên xwe yên giran li dijî pêkhateyên civaka Sûrî bi karanîn.

Berî bi salekê di / 8 / 12 / 2024an de rêjîma Be’s hate rûxwendin û di berbanga wê rojê de  serokê wê rêjîmê Beşar El Esed ji Sûriyê reviya û bi balafireke taybet giha dewleta Rûsiyayê û desteya rizgariya Şamê welat birêve bir, di wê roja dîrokî de hemû pêkhateyên civaka Sûrî daketin kolanan û kêfxweşiya xwe derbirandin ku ji vê rêjîma zordest xilas bûn û li hêviya rojeke geş û welatekî demoqratin, ji aliyê xwe ve û bi hesretên partîzan û şervanan gelê kurd jî ev şahiya hembêz kir lê zor mixabin heya bi vê rojê û di vê bûyera dîrokî de dîsan kurd hejar û xemgîn bûn ji ber ku careke din kurdên Efrîna berxwedêr ji Şehbayê hatin koçber kirin û hiştin ku wan nerînên hêvîdar û li bendewariya vegerê  jar bibin û ew çavên ku li azadiyê dinêrin hîn zêdetir biwestin.

Piştî rûxwendina rêjima dîktator tiştê ku îro em dibînin û tevî zehmetî û nehêsan bûna wê lê ji her demê zêdetir tekez dike ku divê gelê Sûrî xwe ji wan çandên kevnare û kevneperest xwe rizgar bike ji ber ku wan temenekî buha dan , û ji her kesî zêdetir gelê kurd ziyaneke mezin ji wê siyasetê dîtiye ji ber ku her carê daxwaza mafê xwe dikir yekser dihat girtin û bi parçekirina beşekî ji xaka Sûrî dihate tawanbarkirin , û bi dirêjahiya desthiladariya wan tu carî vê rêjîma nijadperest venasîneke fermî bi hebûna gelê kurd li Sûriyê nekir û herdem berdewam bûn di siyasetên xwe yên regezpetestî , erbebkirin û pişaftina kurdan de.

Îro Sûriyê ji wê desthilata zordar bidawî bû ku wê rêjîmê welat kiribû şanoyek ji destwerdanên navdewletî û herêmî re. Lê Mixabin ji destpêka ku desteya rizgariya Şamê giha ser deselatê bêyî ku li tevgera rêzanî ya Sûrî , komele , rêxistinên mirovan û li nûnerên pêkhateyên civaka Sûrî vegere gavên yek alî girtin destpêka wê lidarxistin kongireya serkeftinê bû, piştre lidarxistina kongireya niştimanî ya ku ji yek rengî pêkhatibû, piştre ragihandina makezagonî ya ku hêviyên gelê Sûrî sêdar kirin, herwiha ji bilî kiryar û binpêkirinên ku li berava Sûrî û Siwêdayê hatine kirin, û destnîşankirinan endamên encûmena gel bi şêweyekî dûrî pirensîbên dîmoqratiyê, herwiha dagirtina mizgotineke kîndariyê li dijî gelê kurd û herêmên kurdî dikin.

Mirov dikare bêje ku bi dirêjahiya mewdaya salekê ye hikûmeta veguherîna herî zêde girîngiyê dide peywendiyên navdewletî û herêmî û ta radeyeke baş têde bi serket û karîbû hin sezayên aborî ji ser Sûriyê rake lê ev bi tenê têrê nake, raste peywendiyên rêzanî û aborî û dîplomasî bi hêzên navdewletî û herêmî re girîngin, lê belê ya girîngtir ewe çareserkirina pirsgirêkan û xurtkirina bereya hundirîn e, lewre pewîste ku hikûmeta veguhêz lêvegereke giştgîn ji helwest û siyasetên xwe re bike û divê di zûtirîn dem de kongireyekî niştimanî Sûrî were lidarxistin ku nûnerên hemû pêkhateyên civaka Sûrî têde beşdar bin, û ji wî kongireyî komîteyek damezrêner ji bo dariştina makezagoneke nûjen were sazkirin daku şêweyê xwezaya deselatê di welêt de destnîşan bike bi sazkirina rêjîmek demoqratî, hemelayen û nenavendî daku mafên hemû pêkhateyên civaka Sûrî têde parastî bin.

Divê çarçewê de divê hemû xalên “Rêkeftina Dehê Avdarê” ya di navber serokê hikûmeta veguhêz Ehmed El şer’ û cinêral Mezlûm Ebdî fermandarê giştî ya Hêzên Sûriya Demoqrat de werin cîbicîkirin ji bo pêkanîna tevlîhevkirina giştgîn li ser astên ewlehî û rêzanî û rêveberî, û nadar kirina mizgotina kîndariyê di navbera Sûriyan de.

Herwiha û di zûtirîn dem de divê danûstandin di navber hikûmeta veguhêz a Şamê û şandeya kurdî de dest pê bikin, û divê kar li ser peydakirina çareseriyeke demoqrat û dadmend ji doza kurdî re li Sûriyê were kirin û venasîn bi hebûna gelê kurd û mafên netewî yên kurdî di makezagona welêt de were kirin ji ber ku doza Kurdî li Sûriyê dozeke Niştimanî Sûrî ye.

Di dawiyê de hêjayî gotinê ye ku em bêjin ev çax û rûpela reş ji dîroka welatê me çû , lê tu carî Sûriya nû ava nabe ku em xwe ji vê çanda kevnare û kevneperest rizgar nekin , herwiha divê ku em waneyekê ji van siyasetên çewt bigrin û çi desthilatên ku di rojên pêş de werin ava kirin divê vê mijarê di ber çavan bigire , divê siyaseteke hişmend were girtin, daku her pêkhateyek bi şêwazekî demoqrat û li gor sîstemeke nenavendî rêveberiya herêma xwe bike , ji ber ku Sûriyê welatekî hemereng û pir netewe û tu carî siyasetên yekreng û  regezperestî wê li ser kesî neyê sepandin.

Heleb / 10 / 12 / 2025 Z – 2637 K

*Endamê Komîta Navendî ya

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

————————————————————————–

*Dîmoqratî Hejmar(650) Rojnameya Navendî ya   Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…

Bi rêz û hurmet bo gelê me yê hêja,

û bo hemû endamên civaka me li welat û li derveyî welat,

Ji ber berpirsiyariya civakî û bi armanca parastina nirxên mirovî û adetên kevneşopî yên ku civaka me li ser wan ava bûye, malbatên gundên…