Alan Hemo
Vê carê jî nebû
gelek caran li bende bû
Mûmek li tarîtiya korekî vêketî
boş, her boş
Tayê dû li teşiya demê dirêse
Nêçîra bêberik û daf
sebr û sawêr di bêrîka qul de
Talankirî li wê bazarê
Bermahiyên hestan pişk e
wekî ku bi banê serê çiyayekî bikevî
da bigihêje bêdengiya gelî
Berevaj in hestên bi mitaliyê bilyayî
miçiqî, bêmirûz
Li ber pêlên bayê sar
sarîtiyeke ku sarîtiya te têkûz dike
Bi tirs e ku pizrûkên berfê li ser rûyê te nehilin
zîziya te têhna mûmekê nade!
Dikilê xwîna di meşkê de
nîvişkê te êş e
Li biharê verêja hestan nayê, deriyên zivistanê her dem vekirî ne
li pêş ew qas deriyên girtî, bêçar tu zivistanî yî
Sermayeke spî, nema tevzînokan jî tîne wî laşê mirî, kefen e lê tu bi nav nakî
Xwedawendekî jibîrbûyî ji te çêdibe, gotinên kûr, dûr û zîz
lê ji tehtekî li pêşberî bayê bakur sartir
Çavên te yî vemirî, xemsariya salan li te tîne der
Tu tenê valahiyê berhev dikî
peyamên bênavnîşan bi rê dikî
Guhdêrê bêdengiya pûç
nerazayî lê mirî
nemirî lê razayî
Wilo ne rojên belek
wilo ne hestên belek
siya te ye bîrdanka belek
Rojnameyeke zerbûyî ku her sibehê tu eynî saloxan jê dixwînî
bi meraq in tiştên bêhest
Agirê can vemirî ye, can nema lê dikele
Kêf temetî ye, lê xemgînî çîrok e
Yelda şeva sêdariyê ye
û destûra xewê li siharê ye
bi saw e li nava sawêran
Firarekî çavên sor di nava kayê de dîtiye
Goşî girtine mêwa bêzariyê
jê diguvêşe meya ku şevan didebixîne
û eşq, û evîna pê re bişaftî
Reşpoşiya rêbaz, şêwe, ji jiyanê re rê û rism
Qet bêbendebûn e
ne li benda kesî
ne kes li bendê
Nivînên te li te bûne devê gur
tu li ser qenefe radizê
Cihê xewnên hişyariyê
aramiyê didin wî laşê betilî
Qenefeyê ku te dixapîne wekî her tiştî
rêhevalê vegerê
Vegere hîn tu bi qeram î
vegere hîn tu bi biryar î
Vegere…