XELATKIRINA HEVALEKÎ

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên xwe re girt. Ev demeke dirêj e, rok tenê di sawîrên wî re derbas dibû.

Yekî ji dergevanan potikên wî danê û di ber re jêre got:

“Dinya nehatiye guhertin… lê hinekî bileztir dimeşe”.

Dilo bersiv neda. Wî gotinên derveyî girtîgehê jibîr kiribûn.

Li derve, bi stiran û çepikan, bi dahol û zirne, û bi xemilandina kolan û serbanan pêşwazî lê hat kirin. Alên biçûk, dengê keç û xortên ku navê hildidan, paçikek hatibû hildan; li ser nivîsandibûn:

“Bijî kar û xebata heval DILO”.

Dilo girnijî û di ber xwe de got:

“Karê çi û xebata çi!! Heta nav û bêhna gasîna ku ez lê hatim girtin min jibîr kiriye!”

Ew li tirimbêlekê siwar kirin û rêzek tirimbêl bi tîtetît û lîlelîl dan pey ta ew hema ji bajêr derxistin, û li keviya bajêr xaniyek diyarî wî kirin; xaniyekî dîwarên wî spî, bê bîrdank, wekî ku rûpeleke nû di jiyana wî de vekin. Wan jê re gotin:

“Li vir bijî heval, heta ku em mala te ya kevn bi ser hev de bînin; sererast bikin, da ku tu şerpeze nebî.”

Dilo serê hejand mîna yekî diyariyeke bêdilî xwe wergire.

Bi şev, dengin linavhevketî û ne zelal li mala nû dibihîstin: dengê henaseyên dîwêr, dengê girtin û vekirina derî ku xweber dibûn, mîna ku xanî jê re bibêje:

“Ez te naxwazim”.

Lê ew dikeniya û bêtirs digot:

 “Sebir baş e, ez ê di demeke nêzîk de vegerim mala xwe ya ku min nas dike.”

Piştî yek mehê, dema naskir ku xaniyê wî hat serrastkirin, ji wan xwest ku lê vegere. Êdî ji wî re gotin:

“Me xanî da çend hevalên jin, me ew tê de bicih kirine. Vaye ev xanî têra te heye!”

Dilo dengê xwe nekir. Hest kir ku çewalekî genimî çarxet li ser sênga wî danîn!

Tirimbêleke reş dan Dilo, û mûçeke mehane jî, jê re terxan kirin; wekî ku ew qenciya wî lê vegerînin, û ji nû jiyaneke ewle bidomîne.

“Jiyaneke nû dest pê bike. Ev ji mafê te ye”.

Pênc meh bi xweşî derbas kirin; li bajêr, li nav dost û hevalan digeriya. Li kolanan, hin nas dikirin û hin na. Hina bi hezkirin lê dinêrîn û hina bitirs. Bi şev balindeyin reş li ser xênî datanîn. Carna jî di ser malê re dirêsan û hêdî difiriyan û dûr diketin, mîna ku nameyin nexêrê jê re bînin.

Di meha şeşan de, ji nişka ve, bi behaneya ku ditirsin tirimbêla wî bê topbarankirin, tirimbêl jê stendin. Newêrîbûn jê re bibêjin:

“Hevalekî dîtiye te silav li Rûto kiriyî!”.

Serê meha di pey re pere jî ji ser qut kirin û çaxê ku çû lê pirsî û xwest nas bike sedem çiye? Yê karmend jê re got:

“Bi xwedê xalo ez jî nizanim. Wilo ji me re hatiye”.

Gotina “Xalo” pê ji biryara qutkirina mûçe girantir hat.

Berê xwe da malê, hat, dît ku kazekek bi derv e kirine, li ser nivîsandiye:

“Ji niha û pênc rojan divê tu xanî vala bikî. Pêdiviya me bi vî xanî heye”!

Dilo li ser derencê rûnişt û çixare ji qûna çixarê vêxist, ta girek ji xwelî û qûnçikan li ber çêbû!

Roja din çû cem wan û bi hêrs ji wan re got:

“Mala min a kevn li min vegerînin.”

Wan bi sarî bersiv dan: “Me bîst û pênc hezar dolar li xaniyê te dane. Van peran li me vegerîne û xanî bibe”!.

Dilo kenekî dirêj kir; kenekî ji kûrahiya xemgînîyê der dibû:

“Xanî tev ne hêjaye sîh hezar dolarî! Hûn bi kê dikenin? Hûnê dîwaran bifroşin min an bîranînên min?!”

Kesî ji wan newêrîbû serê xwe rake û li çavê wî binere.

Di dawiyê de, û piştî kezebreşiyeke dûdirêj, bîst û pênc hezar dolar li ser çavê wî xistin û jê re gotin:

“Ji ber çavê me biqeşite”!

Dilo derket kolanê. Çentê wî yê biçûk li milan e. Geh dikene, geh bi xwe re diaxive. Rok ber bi ava ve diçû. Asîman rengê xwe yê şîn winda dikir. Dît zarokek bi tirimbêleke reş dilîze. Tirimbêl dişibiya ewa ku jê standin. Girnijîneke sar xwe li lêvan girt. Rawestiya, henaseke dirêj ji kûrahiya kezebê kişand û di ber xwe de digot:

Gelo kîjan rast e? Kîjan durust e? Kîjan bi rûmet e? Kîjan? Girtîgeh an xelatkirin?

Li bende bersivê nema. Weke ku berê xwe bide girtîgehekê, meşa xwe berdewam kir, li xaniyekî nû digeriya…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…