Eger ez kurd bûma..?

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya min, wekî dînȇ min, șȇwir bi min re nehate kirin ku ez wan bi bijêrim, lê belê, hemû belgeyên fermî ısrar dikin ku wan di nav kaxezên minȇ keseyetȋ de tomar bikin, Û berevajî hemû belgeyên cîhana şaristanî ku neteweyî an jî ol di pasaport û karta nasnameyê de binav nakin, ȗ ez ê texmîn bikim ku ez dikarim nasnameya xwe ya neteweyî û heta ola xwe jî biguherim, Ji ber vê yekê, ez dijî pê gripîna neteweyî ku sînorê wê bi şovenîzmê ve ye me. her wiha ez mirovahî û exlaqê baş wekî ola rast ji bo hemû mirovahiyê dibînim, heta ku ew Xwedê razî dike û mirovan aciz nake.

Eger ez kurd bûma…?

Ez ê hîn bêtir bi girȇdan xwe bi çiya, gelî, şȗlav, çem, zevî, muzîk, stranan, govendan bi hemû şêwazên wê, ziman bi hemû zaravayên wê û bi qenciya ku Kurd pȇ tȇn naskirin ve serbilind bibûma.. Ez ê bi şoreşgerên leheng ên ku zinarên Ҫiyayan yȇn asȇ û lûtkeyên wan yȇn bilind kedȋ dikirin serbilind bibûma, û min ê girȇdana xwe bi Şoreşa Îlonê ya ku Mela Mistefa Barzanî ȗ kur ȗ bira û hevalên wî yên qehreman serkȇșiya wȇ dikirin ve ragihandibana..Min ê roj wek dirușim bigirta û destê xwe dirêjî wê bikira da ku tîrêjên wê yên balkêş dema ku ew li ser rȇzeҫiyayan ȗ zeviyȇn kurdistana bedew dihile.. min dȇ xwe bi baran ku bi ser zeviyên tijȋ şînahî û xȇr de dibare bișȗșta ȗ ez bi kevana keskesorȇ ve ya ku serȋ û kȇlekan dixemilîne hildikișim.

✅ Eger ez Kurd bûma, min dê xwe bi dîroka xwe ya paqij ji wan serdegirtinȇn ku gelȇn dȋ dikujin, jinên wan dȋl digirin, ȗ pereyên wan desteser dikin, bajarên wan dagȋ kirin û şaristaniyên wan di bin navên xwedayî de wêran dikin qure kiribȗna..Min dȇ ji hișmendiya Zeredeșt ȗ bilindahiya perwerdeyȇn wȋ yȇn di nav evîn, aştî, azwerî û kar de av vedixwar…Ȗ Min dê Newroz wekî cejna xwe ya ku bi dawîbûna salnameyên zayînî û koçî bi kotayî nabe, hilbijarta.

✅ Eger ez kurd bûma, min ê dengê xwe bi bilindȋ bilin bikira biagehdarkirina Cȋhanȇ ku dîroka şaristaniyȋ ji vir dest pê kiriye û Sûmeriyên pêşîn ji vê axê, yanî ji başûrê Mezopotamyayê derketine ji bo hînkirina mirovahiyê bi nivîsandin, xwendin, muzîk, avakirin, matmatȋk, Endezyarȋ, ȗ Avakariyê kirin. Ȗ ewin ku bi keșif, ȗ pȋșesaziya tekerê mirovahî bi pêş ve xistin..Ȗ nîşaneyên dîroka şaristanî li ser Keleha Hewlêrê ku bajarê çar xwedawendan mane.. Û dȋlaneke Kurdî bese ku hemû zimanan kurteber bike, ji ber ku dema muzîk tȇ û stranbêjî bi dengȇ kurdekȇ yan Kurdekî be, ziman ji bilî ku bi rêya hest, helbest û hișȇrȋ bi yên din re tê bigihȇje, ti wateya wê nȋne.

✅ Heke ez kurd bûma, ez ê bi dengek bilind cîhanê hişyar bikira ku dîroka şaristaniyê ji vir dest pê kiriye, û Sûmeriyên pêşîn ji vê axê, ango ji başûrê Mezopotamyayê hatine da ku mirovahiyê hînê nivîsîn, xwendin, muzîk, avakirin, matematîk, Endezyarî û mîmarî bikin, ȗ ew in ku bi keșif ȗ pȋșesazȋ kirina wan,  ji tekerê re mirovahî bi pêş ve xistin..Ȗ nîşaneyên dîroka şaristaniyȇ li ser Keleha  Hewlêrê —bajarê Çar Xwedawan—mane..Û dîlaneke Kurdî bese ku hemû zimanan kurteber bike, ji ber ku dema muzîk tê û stranbêjî bi dengekê Kurdî yan dengekî Kurdî be, ziman ji bilî ku bi rêya hest, helbest û hişêrî bi yên din re têgihiştinê bike, ti wateya wê nîne.

✅ Ger ez Kurd bûma, min ê toza şerên çolê ji xwîna xwe daweșandiba û xwe ji hemû êrîşên berberȋ yên ku li ser navê peyama Xwedê yên din kuştin ȗ dagȋrkirin ȗ jinȇn hozȇn Amazȋgiyan yȇn xweșik wekî kenȋz jibo sultanên dewleta Emewiyan ajotin bȇrȋ bikim, ȗ minȇ xwe ji Tariq bin Ziyad bȇrȋ bikira dema wȋ deryayên Azwer derbas kir da ku gelê Spanyayê bike koleyên Erebȇn Bedwȋ û wêraniyê bi ser şaristaniya Ewropî de bike.

✅ Eger ez Kurd bûma, min ne Helbesta Avȇdayȋ Mu’alleqa ya Îmrû el-Qeys Ji ber dikir, û min ne” rawestin em ji bo bîranîna yar û war bigirîn” dubare dikir, û min ne şûrê Entera bin Şedad birȗmet dikir, û ne min Qeyis ȇ dȋn wekî sembola kesayetiya romantîk digirt, ji ber ku helbest afirandina serdema berî Islamê ye, û ew berhema çolane û ne kurê bajarên şaristanî ye.. Ȗ ew zimanê heqaret û sîxteyî û nijadperestiyê ye, heta li cem helbestvanê herî xweşbêj yê ereb jî “Mutenebî”, “Bêje: ‘Kole nekire, ne ku dar li gel wî be”, bêyî ku ez berhemên Bedir Şakir El-Seyab, Nîzar Qebanî û Lem’a Ebas Amara betal bikim, ji ber ku helbestên wan ên ji min û ji serdema pêşverû û mirovatiyê ne, û min ê şoreşa li dijî dîroka şerên eşîrî, ji Dahis û El-Ğebra dest pê bike heta ketina Bexdayê di destên artêşên Tatar de, ragihandiba.

Erê di dîroka Ereban de bijîşk, zanyar û yên ku di muzîk, stranbêjî, wênesazî, felsefe û avahîsaziyê de afirandin ne hene, lê her ku ez bêtir di dîroka zanyaran de kûr dibim, ez bêtir dibînim ku piraniya wan ji eslê xwe ne-Ereb in, û destkeftiyên wan mafekî mirovahiyê ne.

✅ Ez li vir xwe ji dîroka bav û kalên xwe yên ku gihîştine zeviyên Çînê bȇrȋ nakim, lê ez ji her êrîşa xwîndar ku tê de şûrên xwe bi xwîna gelên ewleh șilkirine ji bo cariyan, zeviyan, zêr, zȋv, Sifir, û xalîçeyên farisî şerm dikim, ȗ ez dev ji zimanê xwe yê erebî bernadim, ji ber ku ew bêyî hemû zimanên cîhanê, dihêle ku ez her tiştê ku ez dixwazim binivîsim û hîs bikim vebȇjim bȇjeyȇn wê bi ewlebarî bersiva min didin, lê ez poşmaniya xwe radigihȋnim ku ez fȇrȋ zimanê Kurdî nebûm.

Hûn ê bibêjin, lê li cem me Dibistana El-Mustansiriye, Dar El-Hikma û Minareya El- Malwiye hene, ȗ vê bi ronahiya xwe li ser hemû gelên cîhanê beriqandiye, tȋrȇj kiriye, Ji ber vê yekê ez dibêjim, berî wê, Somer jixwe wekî şaristaniya yekem di dîroka mirovahiyê de nivîsîbû û xwendibû, û wan ji bo îbadet û hizirkirina giyanî ziqurat ava kirin. Lê gelo we dîroka destkeftiyên şaristaniyȇ yên Kurdan xwendiye.. Ma we helbestên wan ezber kirine, ȗ stranên wan dubare kirine û di govendeke kêfxweşiya bêguneh de destê xwe kiriye nav destên wan de? ȗ gelo win li zimanên wan kûr kiriyane, we serdana peykerên Asûrî kirine, ȗ we li çiya û şikeftên wan wêneyên pȇșȋn dîtine, û we hișmendî ji olên wan derxistine, ȗ gelo artêşên cîhanê di dirȇjiya dîrokê de ti derfetek kêmpeyda dane kurdan jibo li ser zeviyȇn xwe bi cȋ bibin ȗ bajar ȗ șaristaniyȇn xwe bidamezirȋnin dȗr ji șerȇn qirkirinȇ yȇn ku ji destpȇka dȋrokȇ ve heta pȇșiyȇn sedsala niha dirȇj kiriye. 

✅ Ger ez Kurd bûma, min ê ti gelên din bi Kurdan re berawird nekira, ku felsefeya şaristanî ya kurdan hezkirina jiyanê, kêfxweşî, avakirinê, rûbirûbûna zehmetiyan û kedȋkirina wan ji bo berjewendiya wan de ye.. Ew roja xwe bi muzîk û stranbêjiyê dest pê dikin, Û ruhê wan bi pȇdariyȇ dijene Ji bo destkeftinê, ȗ ew bi demê re pêşbaziyê dikin da ku ji hemû gelên zemȋnê re bibêjin: Va em li vir in, eve dîroka me tije destkeftiyan e, û va niha ya me bi avakeriyê qelebalixe, da ku em li pêşiya cîhana şaristanî bin.

✅ Eger ez kurd bûma, min ȇ xwe bi girȇdana xwe bi Iraqê ve qure kiriba.. Iraqa Kurdȋ, Iraqa ku Kurd berȋ Ereban bi çar hezar sal lê dijiyan, Iraq ya Kurdan yên ku olên yekemîn pejirandin berî gihandina artêşên dagȋrker yȇn Erebȋ, hilkêşerȇn alên ku fethȇn Islamȋ ji wan re dihat gotin, Iraqa Îştarê ya ku perestgeha wê hîn jî li Kela Hewlêrê ye. Bi baldarî li nexşeya Iraqê binêrin hûn ê bibȋn ku zevên Herêma Kurdistanê li jor lûtkeyê nexşeyê û li ser serê welatê ku kurd bihtir ji yȇn dȋ xemxwarê ji ewlehȋ ȗ seqamgȋriya kesȗkarȇn wȋ bi her bi netewe, ol û mezhebên xwe yên cuda hene, tiştekî wek tacekê pêk tînin.

……………………………………..

[*] Têbîniyek giştî:

Mead Feyad nivîskar,rojnamevan û medyakarekî îraqî ye û hemwelatiyȇ Brîtanyayê ye, ew li bajarê Besrayê ji dayik bȗ ye, û di sala 1975 ‘an de dest bi karê xwe yê rojnamevaniyê kiriye, Paşê di sala 1988’an de li Londonê bicih bȗye, Ji sala 1988an û pê ve wekî peyamnêr û rojnamevan di rojnameya Esharq El-Ewset de li Bexdayê kar kiriye, ȗ  gelek gotar û reportajên wî di çend rojnameyên îraqî û erebî de, di nav de rojnameya “Ru’yet” (Aş-Şewqe) hatine weşandin.

Wîkîpediya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…