Dema ku gotin kuștinȇ dike… Kurd wekȋ Qurbanȋ

Ebdilbaqȋ Elȋ 

Di dȋrokȇ de hatiye zanȋn ku rȇjȋmȇn totalȋter gotara kȋnȇ li dijȋ rikberȇ xwe weke alav jibo reșkirina navȗdengȇ wan bikar tȋnin bi mebesta kontirolkirina wan yan rewakirina tepeserkirina wan, ȗ gotara kȋnê bi awayekî berçav bûye sedema gurkirina agirê zikreșiyê li dijî hin kom, gel û etnîkên bindest li deverên cuda yên cîhanê, bi rȇya seferberkirina raya giştî li dijî wan, wekȋ destpȇk ji bo jenosîdkirina sîstematîk li dijî wan jibo pȇkanȋna armancên qirêj ên nijadperestȋ an siyasî, ji wana jenosȋdkirina gelê Ermenî, Holokosta Cihûyan, Misilmanên Rohinga li Myanmarê, ȗ gelek yȇn dȋ, lȇ gelȇ kurd ji qurbanyên bihtir yên gotara kȋnê ye, ew rastȋ xiraptirȋn cureyȇ ȋșkence, dȗrxistin, ȗ bȇbeșkirinȇ hatiye, ȗ hemȗ șȇwaz û vegotinȇn xirabker li dijî wî hatine bikar anȋn, heta giha asta Kuştinȇ ȗ şîrovekirina ayetên Qur’anê”El-Enfal”wekî fetwayan jibo rewa kirina kuştina wî.

Operasyonȇn El-Enfal ku rejîma (Sedam Hisên) berê ya Iraqê li dijî Kurdan daye encam dan, di 22’ê Sibata 1988’an dest pê kir heta 6’ê Îlona heman salê berdewam bȗ ȗ bi beşdariya hêzên asayî yên artêş û ewlehiyê ser 8 qonaxan ȗ bikaranȋna hemû cureyên çekên qedexekirȋ cȋbicȋ bȗ, ku tȇde182,000 Kurd di nav de hezaran jin ȗ zarok ku bi saxî li çolên başûrê Iraqê di gorên bi kom de hatin veşartin bȗne qurbanȋ, Jixwe bi rastȋ beşek ji bermahiyên qurbaniyan hatin derxistin, ȗ jinȗve li Barzan di goristaneke taybet de hatin veşartin.

Piştre Sedam Hisên hate Kurdistanê da ku jehra kîn û zikreșiyê li hemberî Kurdan bi giştî û bi taybetî jî Barzaniyan belav bike, di axaftineke agirȋn û nefretker de wȋ Barzanȋ weke ‘sûcdar ȗ tawankar’  binav ȗ kirin ȗ got jȋ wan cezayê xwe wergirtin.

her weha Kampaniya jenosîdkirina Kurdên Êzidî li Şingalê li ser destê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) piştî dagȋrkirina wê di 4 ‘ê Tebaxa 2014, ku bi hezaran kuștȋ, ȗ wilo jȋ revandȋ ȗ windabiwȋ ji bilî talankirin ȗ șelandinȇ, ȗ bi sedan jinên êzîdî ku rastî destdirȇjȋ ȗ destavêtina bi kom hatin, yan weke xenîmeta şer hatin firotin nimȗneyin dȋ yȇn eşkere, yȇn qurbaniyȇn gotara kȋnȇ li dijȋ vê kom ȗ kategoriyê ne, ku ew bi bê oliyȇ hatin tawanbarkirin Ji bo rewakirina kuştin û koçberkirinê wan, bi armanca guhertina demografiya herêmê, ȗ piştî şewitandina mizgeftekȇ li Şengalê di 27ê Nîsana 2023an de gotara kȋnȇ dȋse serê xwe li dijî êzîdiyan bi tundî bilind kir.

Li Sûriya gotara kȋnȇ li dijî Kurdan serdest bû û hîn jî heye, kar ȗ bar bi lez û bez dibȗ, ne tenê jibo xirakirina navȗdengȇ Kurdan, belkȗ ew wekȋ şeytan werin dȋtin, bi mebesta yasakirin ȗ rewakirina çewsandina neteweyî ya li ser Kurdan, ku bi deh hezaran ji wan bi dehan salan ji hemwelatiya neteweyî bêpar man û di  encamê de ji mafên herî bingehîn ên sivîl û mirovî (rȇwȋtȋ, Xwedanî, ȗ tomarkirina hevjȋnȋ û jidayikbûnê,…hd) bêpar man. bi gelemperî, Kurd ji mafên xwe yên siyasî, çandî û civakî hatin bêpar kirin, ȗ ew ji axaftina bi zimanê xwe û bikaranîna çand û folklora xwe hatin astengkirin ȗ qedexekirin, û heta ku ji kar ȗ pîşeyan li ser bingeha girêdana neteweyî hatin dûrxistin.

Ev hemû piştî xirkirina wȇne ȗ navûdengê pêkhateya kurd bi rȇya gotara kȋnê ya li dijî vê pêkhateyê ku ew (cudaxwazin ji bo parҫekirina welêt dixebitin, ajanên biyaniyan ne, Îsraîla duyemîn in, …) lê tundiya gotara kȋnê li dijî kurdan piştî rûxandina rejîma Sedam Husên li Iraqê di sala 2003an de zêde bû, vȇce rejîmê jinavҫiwȋ bi rêya kanal û alavȇn xwe yên cuda bi bêxemî ȗ bȇberpirsiyarȋ dest bi avêtina tawanbariyan weke gunehbarȋ, sȗcdar ȗ berpirsiyariya ketina bexdayȇ bi destê Emerîkiyan li ser kurdan kir, bi hinceta ku kurd bûn yên ku emerîkî anîne herêmê.

Ȗ wilo bi analîzên sade û naîf karȋbȗ agirȇ nefret, kȋn, ȗ zikreșiyȇ di nav giyanȇ pȇkhateya Ereb de gur bike, û wan li dijî Kurdan han bide, tișta ku hișt boҫȗn ȗ nerȋneke populîst li dijî Kurdan pȇk bȇ, ku di bûyerên stadyuma şaredariyê ya li Qamîşlê di Adara 2004an de bi awayê kampanyayeke har ȗ hovane ku pȇșȋ bi silogan ȗ dirûşmeyên provokatîf ên heqaretê li Kurdan, rêber û sembolên wan dikin ji aliyê hander ȗ alîgirên Yana El-Fotuwa ve ku ji Dêra Zorê hatibûn da ku beşdarî maça tîmê li dijî Yana Sporê ya El-Cîhad li Qamîşlî bibin cȋbicȋ bȗ hate der, ȗ paşê ku hêzên ewlehiyê bi çekên xwe li kêleka alîgirên Yana El-Fotuwa tevlȋ vȇ kampaniyayȇ bȗn ȋdȋ  tundȗtȋjȋ ȗ destdirȇjiya fîzîkî li ser handȇr ȗ piștevanên yana El-Cîhad hate kirin ȗ bidehan șehȋd ȗ brȋndar bȗn. ev yek bû sedema serhildaneke Kurdȋ ku bi lez û bezeke bihtir ji hemû hȇvȋ ȗ bendewariyan berfireh bû, her weha Gotara rikberiyê jî derbarȇ gelȇ kurd bi heman rȇjeya tundiya kȋn ȗ nefretȇ ya di Gotara desthilatȇ de bȗ.

Kurd di Gotarȇn rikberiyê de heman kurd e di Gotara dilsozȋ ȗ piștgiriyê de ye (terorîst, îsraîlî, bȇ ol, dabeşker, dijminê ereban û pêkhateyên din ên Sûriyeyê, …) an jî ajan e, Ji ber vê yekê em van kiryarên hovane wek tirsandin û terorkirina nişteciyan yȇn ewleh, desteserkirina mal û milkên wan û heta bi wêrankirin ȗ lȋstina bi xwezayiyê, șewtandina ҫandinȋ ȗ daristanan yên ku dȗrin ji mentiqa rastî, edalet û dadperweriyê dibînin. 

Li Tirkiyeyê li dijî Kurdan gotara kȋnê ew qas tund ȗ dijwar e heta asta ku nasnameya wan a neteweyî tȇ mandele kirin ȗ wek (Tirkên Çiya) tȇn binav kirin û ew bi terorîzmê tȇn tawanbarkirin, Ev yek bû sedema berdewamiya komkujî û şerên li dijî Kurdan di tevahiya dîroka dewleta Tirk de.

Dema ku hikûmet di rûbirûbûna qeyranên navxweyî de yan di rastdar kirina  têkçûnêna xwe de têk diçin, ew li “dijminekî alternatîf” digerin, vȇce Kampanyayên medyayê yên xerab didine destpêkirin û derewan belav dikin, heta ku gotegot bibe “rastî” ku di hişmendiya gel de,nefret dibe sotemeniyeke siyasî û amûrek ji bo kişandin û handana girseyan, ȗ Șepêlȇn populîst vê pêlê jibo avakirina gotareke neteweperest a aloz ku hemwelatîbûnê li ser bingeha kok û etnîkî ji nû ve pênase dike, ne li gorî nirxên mirovî yên hevpar bikar tînin.

Di encamê de, gotara kînê ne tenê axaftina nefret e, belkî ew di koka xwe de, pȋșesaziyek siyasî ya bi baldarî hatiye çêkirin e, ku tê de ziman wekî amûrek ji bo rêvekirina raya giştî, ȗ Derxistina hêrsa kolektîf ber bi hêla şaş ve tȇ bi karanȋn, Ji ber vê yekê, berxwedana bi hiș û dadperweriyȇ li dijî wê pêdivî ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…

Di / 31 / 10 / 2004an de xebatkarê hêja û helbestvanê ciwan heval (Ferhad Çelebî) Endamê komîta navendî ya partiya me bi bûyereke tirafîkê ew û Du birayên xwe koça dawî kirin.

Hevalê Ferhad helbestvan , çêroknivîs û rojnamevanekî çalak bû , bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi…

Fewaz Ebdê

Diyarî canê
Ebdussemed Dawud
**

Nema zanim ..
Ji ku dest pê bikim
û li ku rawestim!
Ji zeviyên genim ku bi dizîka navê te dibêjin?
Mîna ku hê tu neçûyî
û hîna tiliyên te bi simbilan dilîzin.
Tu dikenî, distirê û dibêjî:
“Nigê xwe li şînê xin,
wê bidin alî..
paleyî li bende şînê namîne!”

Yan ji çaxê ku em bi dû ewran diketin?
Me…

Fewaz Ebdê

Di wêneyekî bi rengê bîranînekê de
Bi tayê simbêlên sivik
û awirin li kêlekê dûûûr dinerin
Serê xwe ji nav gelemşa serdemê derxist
û lêbûrîn nexwest
Mîna ku ez li nefsa xwe dinerim
çawa ji zanîngehê derdikeve
çentak bi xwe re hilgirtye
tijî axa Niqare ye
bi ava gola Kendal stirayî
bi pelên genimê nihêla Sêremka pêçayî
û tîpên minî pêşî lê hatibin nivîsandin.
*******
Li Şamê…